DEM Partî dê biçe serdana CHP’ê

img
ENQERE - Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan dê bi rojevên destûra bingehîn a nû û geşedanên di rojevê de biçin serdana CHP’ê. 
 
Şandeya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ku ji Hevserokên Giştî Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan û Cîgira Hevseroka Giştî ya ji Peywendiyên bi Rêxistinên Civaka Sivîl û Partiyê Siyasî Berpirsyar a DEM Partiyê Ozlem Gunduz pêk tê, dê sibe li Navenda Giştî ya CHP’ê bi Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel re hevdîtinê bike. 
 
Şande sibe saet di 12.00’an de biçe serdanê û tê payîn ku di hevdîtinê de dê destûra bingehîn a nû û geşedanên di rojevê de bên nirxandin.