Hûlakû yê DEM Partiyî: Tirkiye, Rojava weke xenîmeta şer dibîne

ENQERE - Parlamenterê DEM Partiyê Omer Faruk Hûlakû diyar kir ku yek ji sedema êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî polîtîkaya rantê ye û wiha got: “Tirkiye, Rojava weke xenîmeta şer dibîne.” 

Li Lijneya Giştî ya Meclisê hevdîtinên ser bûdçeya Wezareta Hawirdor, Bajarvanî, Guherîna Avhewayê, Pîşesazî û Tekonolojiyê û saziyên girêdayî wê tên kirin. Parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di hevdîtinê de mafê axaftinê girtin. 
 
Ji ewil Parlamentera Dêrsimê Ayten Kordu axivî û bal kişand ser qirkirina ekolojiyê. Ayten Kordu da zanîn ku di serdema îktîdara AKP’ê de ye li Tirkiye û Kurdistanê hemMû çiya ji hêla şîrketên herêmî û biyanî ve hatine qulkirin. Ayten Kordu got ku texrîbata hawirdorî bi awayekî sîstematîk didome. 
 
PLANA ÎNŞAETÊ
 
Parlamenterê Çewligê Omer Faruk Hûlakû jî bal kişand ser polîtîkayên rantê yên AKP’ê û nexşeya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nîşan da. Hûlakû, wiha domand: “Ev aqilê rantxwir, dema li Rojava dinihêre, dema li Sûriyeyê dinêre vê dibîne. Dê pêşenga înşaeta bi bihayê 400 milyar dolaran bibe Tirkiye. Ev aqilê rantxwir, ev zîhniyeta talanker dema li Sûriyeyê dinêre, Rojava weke xenîmeta şer dibîne.” 
 
LI KURDISTANÊ QIRKIRINA EKOLOJIYÊ
 
Parlamentera Sêrtê Sebahat Erdogan jî bal kişand ser qirkirina xwezayê ya Kurdistanê. Sebahat Erdogan got ku ji Agiriyê heta Colemêrgê, Çewligê û Geliyê Zîlanê, îktîdara AKP’ê bi rêya maden û HES’an xweza talan û wêran kiriye. Sebahat Erdogan, da zanîn ku gef li ser hemû çem û bendavan heye, li Sêrtê hema hema li ser hemû çeman bendav hatine çêkirin, xaka bakurê Kurdistanê dikin çoleme û ji mirovan tê valakirin. Sebahat Erdogan bal kişand ser şewitandina daristanan û birîna daran û got ku li dijî hemû zindiyên bakurê Kurdistanê qirkirineke ekolojiyê tê kirin.