DEM Partiyê li Meclisê ji bo Demîrtaş çalakî li dar xist

img

ENQERE - DEM Partiyê îtîraza Wezareta Dadê ya li dijî biryara DMME’yê li Lijneya Giştî ya Meclisê bi wêneyên Demîrtaş çalakiya protestoyî li dar xist. 

Parlamenterên DEM Partiyê di dema rûniştina Lijneya Giştî ya Meclisê de rabûn ser pêyan û bi çepikan Wezareta Edaletê şermezar kirin û nerazîbûna xwe nîşan dan. Parlamenteran wêneyên siyasetmedarên ji Doza Kobanê girtî û Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş hilgirtin. Wekîlan, li çepikan xistin û dirûşma “Azadî ji Demîrtaş re” berz kirin.