Komîsyon bi rojeva ‘serdana Îmraliyê’ civiya HATE NÛKIRIN

img
ENQERE - Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê bi rojeva serdana Îmraliyê civiya. Nûman Kurtulmuş di civînê de got ku derbasî xebata amadekirina raporê bûne û got: “Piştî amadekirina raporê, ev pêvajo dê qonaxeke pir dîrokî derbas bike.” 
 
Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê îro bi rojeva hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û verastkirinên zagonî civiya. Serokê Meclisê Nûman Kurtulmuş beriya civînê bi koordînatorên partiyên siyasî re civiya lewma civîn hinek dereng dest pê kir. 
 
PÊVAJO Û KOMÎSYON 
 
Kurtulmuş, di destpêka civînê de axivî û anî ziman ku xebatên komîsyonê derbasî pêvajoya herî hesas û krîtîk bûye û got: “Ji vir şûnde jî em ê peywira xwe ya dawî bicih bînin û encama bi dest xistî pêşkeşî Lijneya Giştî ya Meclisê bikin.  Kurtulmuş, da zanîn ku pêvajo tenê ji xebatên komîsyonê pêk nayê û wiha pê de çû: “Di heman demê de saziyên dewletê yên têkildar jî li qadê hevdîtinên xwe dikin. Pêvajo, bi xebata rêxistinkirî ya van saziyên li qadê heta roja me hat. Ev ne pêvajoyeke dan-standinê ye. Piştî rêxistinê biryara xwefesixkirinê da û piştî torena çekşewitandinê, pêvajo bilez bû û siyasetê jî ji bo berpirsyariya xwe bicih bîne, bi tifaqa 11 partiyên me yên li Meclisê komîsyon hate avakirin û heta îro hat.” 
 
‘DIVÊ EM HIŞYAR BIN’
 
Bi domdarî Kurtulmuş diyar kir ku komîsyon jî bi lixwegirtina berpirsyartiyên dîrokî vê pêvajoya dîrokî bicih tîne û wiha axivî: “Aşkeraye ku em derbasî pêvajoyeke hesas dibin û hewceye em di pêvajoya nû de gelek baldar bin. Di serî de ji bo xwe, ez vê ji bo me tevan weke hişyariyeke girîng dibêjim. Heta niha li 134 kes û saziyan hate guhdarîkirin. Herî dawî jî biryar hate dayin ku nûnerên partiyên siyasî biçin giravê. 3 partiyên siyasî endamên xwe şandin û hevdîtin di 24’ê Mijdarê de hate kirin. Bi vê ziyaretê re qonaxa guhdarîkirinê ya komîsyona me jî bi dawî bû. 
 
PÊVAJOYA AMADEKIRINA RAPORÊ DEST PÊ KIR
 
Em niha jî derbasî pêvajoya amadekirina raporê dibin. Bi amadekirina raporê re dê qonaxeke girîng were derbaskirin û berpirsyartiya dikeve ser milê xwe jî bicih bîne. Beriya niha jî me ji partiyên koma wan hene xwestibû ku raporên xwe amade bikin. Heta niha raporên 5-6 kesan amade kirin gihiştin ber destê min. Em van tevekan tomar dikin. Di vê rûniştinê de jî em ê ji ewil li raporên hatine amadekirin guhdarî bikin, piştre li pêşniyaran û herî dawî jî kesên raporên wan amade guhdarî bikin. 
 
EM HEZAR CARAN BIFIKIRIN PIŞTRE BIBÊJIN
 
Aşkeraye ku pêvajo derbasî qonaxeke hesas bû. Her gotina me dê ji demên asayî gelek bibandor be, derdorên em qet ne li bendê, derdorên tu bendewariya me jê nîne dê bandoreke erênî yan jî neyînî bike. Em derbasî pêvajoyeke wiha dibin. Divê em hezar caran bifikirin piştre bibêjin. Beriya her tiştekî divê kesek vê pêvajoyê weke amûra pozîsyona siyasî bi kar neyîne. Fikr û nêrînên me yên siyasî ji hev cuda ne lêbelê mijara em tevek li hemfikir, bêdengbûna çekan a li welatê me ye. Bila êdî dayik negirîn, mal wêran nebin. Yek bi yek ji we tevan daxwaza dikim ku tu kes vê pêvajoyê neke amûra siyasî. 
 
HIŞYARYA JI BO ÇAPEMENIYÊ: NEKIN MIJARA MAGAZÎNÊ 
 
Di vir de berpirsyartiyeke mezin dikeve ser milê çapemeniya me jî. Car bi car min ev hişyarî kir lê pêdivî bi vê heye. Kê çi got, li ku got, ji ku hat, bi ku de çû.. Ya ji vê girîngtir, çi encamên şênber derketin holê? Ya girîng ev e. Ji bo pêvajo nebe mijara magazînê divê em pir hewl bidin. Her wiha hewceye em li uslûb û kiriyarên xwe hişyar bin. Ev meseleye ne meseleya partiyekê yan jî çendek partiyan e. Meseleya hemû Tirkiyeyê ye, ya 86 milyon welatiya ye.
 
Dema ev meseleye bixêr encam bû, dê partiyek an jî çendek partî bi ser kevin. Partiyên li dij jî di nav de, tevahiya Tirkiyeyê dê bi ser keve. Wekî heta niha, em ê ji niha pê de jî destê xwe deynin bin kevir. Ji bo encamên erênî, em ê bi sebir bin, pêvajoyên muzakereyan temam bikin. Ji rast an jî çep, ji hundir an jî derve êdî ev meseleya ber bi dawiyê ve tê, rojên dawî nêz dibin. Em dizanin hin derdorên dixwazin em vê pêvajoyê bi dawî bikin hene. Hewce dike em ji wan biaqiltir bin. Em ê cudahiyên xwe yên ji hev baş ji hev re vebêjin û rêya xw bidomînin. Baweriya min ew e ku dê îcar Tirkiye bi ser keve. Em ê teqez vêcarê bi ser kevin.” 
 
Piştî axaftina Kurtulmuş, partiyan dest bi pêşniyarên xwe yên têkildarî rapora ji bo verastkirinên zagonî kirin. 
 
Piştî van pêşniyaran jî dê li ser serdana bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re were axaftin.