Komîteyên Ciwanan li Taksîmê ne

  • ciwan
  • 08:44 1 Gulan 2024
  • |
img

STENBOL - Komîteyên Ciwanan û Yekitiya Têkoşînê tevî dorpêça polîsan jî xwe gihandin Taksîmê û bi dirûşma “Bijî 1’ê Gulanê” meşiyan.

 
Endamên Komîteyên Ciwanan xwe gihandin Qada Taksîmê ya di bin dorpêça polîsan de û li kolanên derdikevin Cadeya Îstîklalê bi dirûşma “Bijî 1’ê Gulanê” meşiyan. Ciwan heta demekî meşyan û piştre ji hêla polîsan ve hatin astengkirin. Polîsan êrişî ciwanan kir û bi lêdanê binçav kirin. 
 
DESTÊN ROJNAMEGERAN JI PIŞT VE HATIN KELEMÇEKIRIN 
 
Endamên Yekitiya Têkoşînê jî ji bo pîrozkirina 1’ê Gulanê ber bi Qada Taksîmê ve meşiyan. Polîsan êrişî koma ku bi dirûşmên “Qada Taksîmê Qada 1’ê Gulanê” û “Bijî Yekê Gulanê” kirin. Di êrişê de nûçegihana Rojnameya Mucadele Birligiyê Serpîl Unal hate binçavkirin û destên wê ji pişt ve hatin kelemçekirin.