Li kolanên Amedê daxwaza ‘azadiya Ocalan’

  • rojane
  • 08:28 24 Hezîran 2025
  • |
img

AMED - Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê posterên bi daxwaza “Azadî ji Abdullah Ocalan re” daliqandin. 

 
Endamên Meclisa Ciwanan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), şevê din li taxên cuda yên navçeya Rezanê ya Amedê posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daliqandin. Li ser postera ku wêneyên Abdullah Ocalan li ser bû wiha hat nivîsandin “Azadî ji bo rêberê gelan”.