TEV-DEM'ê ji bo Efrînê bang li Neteweyên Yekbûyî kir

img
NAVENDA NÛÇEYAN - TEV-DEM'ê da zanîn ku rewşa li Efrînê karesat û metirsî ye û bang li NY, rêxistinên hiqûqî û mirovî kir ku bi lez destwerdanê bikin û dawî li dagirkirina Tirkiyeyê ya li Efrînê û xaka Sûriyeyê bînin.
 
Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) li ser komkujiya li dijî malbteke ji Cindirêsê ya Efrînê ku ji aliyê Tirkiyeyê û hêzên paramîlter ve pêk hat, daxuyaniyek da.
 
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Efrîna dagirkirî di rewşên mirovî yên kirêt, karesat û metirsiyeke mezin û jiyana li gel dewleta tirk a dagirker û çeteyan re derbas dibe. Sûcên li Efrînê pêk tên, nîşaneya rewşa xeternak e, dewleta tirk a dagirker berpirsa vê yekê ye.
 
Em bang li Neteweyên Yekbûyî (NY), rêxistinên hiqûqî û mirovî dikin ku bi lez destwerdanê bikin, bi erkên xwe yên exlaqî û qanûnî rabin û şêniyên Efrînê ji komkujî û siyaseta qirkirinê biparêzin. Ji bo derxistina dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê ji tevahî herêma Efrînê û herêmên din ên Sûriyeyê yên dagirkirî bixebitin."