Li Stenbol û Îzmîrê serdegirtinên malan

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Di serdegirtinên malan ên li Stenbol û Îzmîrê de gelek rojnameger, hiqûqnas û endamên rêxistinên civaka sivîl hatin binçavkirin. 

Çalakiyên protestoyî yên bi boneya binçavkirin û girtina Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû hatine destpêkirin didomin. Îro gelek kes di serdegirtinên malan de hatin binçavkirin. Di serdegirtinên malan ên li Stenbolê de rojnameger, siyasetmedar û hiqûqnas jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin. Serokê TKP’a Stenbolê Ahmet Dîncel, endamê PM’a TKP’Ê Arda Haciyûsûfoglû û 3 endamên partiyê hatin binçavkirin. 
 
Partiya SOL’ê jî ragihand ku parêzer Denîz Demîrdogan jî di nav de gelek rêveberên wan hatine binçavkirin. 
 
ÎZMÎR  
 
Endama MYK’a Partiya Azadiya Civakî (TOP) Dîdar Gul, endamê koma muzîkê ya Praksîsê Soner Kuçukerguler, Seroka SGDF’ê ya berê Şukran Yaren Tuncer û Gokhan Erdem, Sema Nûr Demîrtaş, Berk Çukurcam, Mehmetn Duman û Gulşen Sude Avci li Îzmîrê hatin binçavkirin. Hat zanîn ku di nava binçavkiriyan de parêzer Goksel Akbaba jî heye ku dema duh dixwestin li Midûriyeta Emniyetê ya Bajar bi miwekîlên xwe re hevdîtinê bike bi tundiya polîsan ji emniyetê hatibû derxistin. 
 
Her wiha Serokê Baroya Îzmîrê yê berê Ozkan Yucel jî hate binçavkirin. 
 
Hat zanîn ku welatî bi hinceta “Muxalefeta li dijî qanûna civîn û xwepêşandanan” hatine binçavkirin. 
 
Hat zanîn ku dibe li her du bajaran hejmara binçavkiriyan zêdetir bibe. 
 
Di serdegirtinên malan de herî kêm 8 rojnameger jî hatin binçavkirin.