Li Cizîrê ciwanên ku bi bekçiyan re nîqaş kirin hatin binçavkirin

img
ŞIRNEX – Li navçeya Cizîrê 4 ciwanên ku bi bekçiyan re nîqaş kirin, hatin binçavkirin.
 
Li navçeya Cizîr a Şirnexê li Parka Birca Belek, di navbera komeke ciwan û bekçiyan de nîqaş derket. Li gorî nûçeya Ajansa Welat; Piştî niqaşê bekçiyan gef li ciwanan xwar û li ser vê yekê di navbera ciwan û bekçiyan de geşedan derket û bekçiyan êrîşî ciwanan kir.
 
Li gel ku bi hezaran welatî û malbatên xwedî zarok li parqê rûniştîbûn jî bekçiyan çekên xwe bikar anîn û gule berdan hewa. Piştî gule berdanê gelek tîmên polîsan hatin cihê bûyerê û 4 ciwan  binçav kirin. Ciwanên ku hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Cizîrê.
 
Welatiyên ku li parqê rûniştîbûn bertek nîşanî pêkanînên bekçiyan da