Rojnamevan Abayay tê bibîranîn: Peyrewên wî lêgerîna heqîqetê didomînin

img
ÊLIH - Metîn Abayay, birayê nûnerê Kovara Ozgur Halkê yê Êlihê Çetîn Abayay ê ku 33 sal berê ji aliyê Hizbulkontra ve hat qetilkirin, got: "Peyrewên wî tevî hemû zextan jî lêgerîna wî ya heqîqetê didomînin."
 
Di 34'emîn salvegera qetilkirina Nûnerê Kovara Ozgur Halkê yê Êlihê Çetîn Abayay (23), malbat, xizmên wî û xebatkarên çapemeniya azad ve tê bîranîn.
 
Abayay di 16 saliya xwe de bi tohmeta "endamtiya rêxistinê" hat girtin. Piştî ku pênc mehan li Girtîgeha Amedê ma û hat berdan, ji bo Kovara Özgür Halkê xebitî. Piştî demeke kurt, Abayay dîsa hat girtin û piştî du salan li Girtîgeha Girtî ya Tîpa E ya Sêrtê hat berdan.
 
Piştî serbestberdanê Abayay ku bû nûnerê Êlihê yê Kovara Ozgur Halkê bû, bi berdewamî gefên "em ê te bikujin" xwar. Di 29'ê Tîrmeha 1992'yan de dema ku Abyay vedigeriya malê di êrîşeke çekdarî ya HizbulKontrayê de hat qetilkirin.
 
33 SAL DERBAS BÛN KIRYAR NEHATINE DARIZANDIN
 
Abayay bi bîr xist ku birayê wî dema ku ew xwendekarê pola duyemîn a lîseyê bûye hatiye girtin û di wê demê de zextên li ser malbata wî zêde bûne. Abayay got: "Wê demê şer û pevçûn di asta herî bilind de bûn. Zextên li ser gelê kurd di asta herî bilind de bûn. Çetin bû beşek ji têkoşîna li dijî êrişan. Ew ji me hemûyan wêrektir bû; bêyî ku guh bide zext û gefan karê xwe bi baldarî pêk dianî. Piştî ku Cengîz Altûn ji aliyê Hizbul-kontrayan ve hat qetilkirin, birayê min têkoşîna xwe zêdetir kir."
 
TÊKOŞÎNA WÎ DIDOME
 
Abayay zext û êrişên berdewam ên li ser Çapemeniya Azad bi bîr xist û got: "Rojnamevanên kurd hîn jî tên revandin, girtin û kuştin. Dosye li dijî wan tên vekirin. Çetîn ji bo ku rastiya gelê kurd di tariyê de nemîne têkoşiya. Peyrewên wî, tevî hemû zextan, lêgerîna wî ya ji bo heqîqetê didomînin. Îro jî, heval û peyrewên birayê min paşve gav neavêtine û wê paşve gav neavêjin. Rojnamevanên bi rûmet hene ku têkoşîna wî didomînin."