Kanyona Qizilxaçê di nava sergoyê de hatiye hiştin!

img
MÛŞ - Kanyona Qizilxaçê ku bi xweşikiya xwe ziyaretvanan mest dike, niha di bin gilêşî de ma ye. Gilêşê li kanyonê û di çemê wê de kom bûn, rê li ber dîmên nebaş vedike. 
 
Kanyonên biqasî kîlometreyekê dûrî bajarokê Qizilxaçê yê Mûşê, bi xweşikiya xwe bala ziyaretanan dikişîne. Ev kanyon, biqasî 5 km’an dirêj in û bi xweşikiya xwe ziyaretvanan mest dikin. Lêbelê gilêşê ku ziyaretvan li pey xwe dihêlin, hem di çem de hem jî di kanyonê de rê li ber qirêjiya hawirdorê hem jî rê li ber dîmenên nebaş vedike. 
 
Qirêjiya li vê derê, bandoreke neyînî li ser xelkê bajarokê Qizilxaçê jî çêdike. 
 
QADEKE TIJE GILÊŞ
 
Esat Eser ku ji bo geriyana li kanyonan ji Amedê hatiye, diyar kir ku ji bo hinek ji qelebalixiya bajar dûr kevin û bêhna xwe vedin hatine. Eser, got: “Heke dema em tên vê derê li pey xwe gilêşî bihêlin, yên li pey me tên jî dê bibînin. Lewma em ê nekarin tevî malbata xwe li vir bi rehetî rûnin. Dê nekarin geştekê bikin. Kesek dê naxwaze li qadeke tije gilêş bimîne. Heke dema mirov diçe cihekî bixwaze ew der paqij be, wê demê divê mirov wir paqij bihêle. Em ê sibe dusibe li vir nebin lê hewceye mirov bi mantiqa ‘jixwe ez ê neyêm vê derê lewma bila gilêşê min bimîne’ tevnegere. Ji bo jiyaneke paqij divê mirov hawirdorê paqij bihêle.” 
 
BANGA QIRÊJÎ NEKIN
 
Ozgur Ozdîl ku li Qizilxaçê dijî, anî ziman ku xwezayeke xweşik a kanyonan heye lewma gelek ziyaretvan ji derveyî bajarê tên serdanê. Ozdîl, got: “Ev qirêjiya li pey xwe dihêlin, ji nezaniyê ye. Daxwaza me ew e ku dema tên serdanê vê derê li pey xwe gilêşî nehêlin. Bila gilêşê xwe kom bikin û biavêjin konteynira gilêşî ya di têketina kanyonê. Ava li kanyonê hem weke ava vexwarinê tê bikaranîn. Banga me ji bo gelê me ew e ku dema tên bixwazin wê derê çawa bibînin, dema diçin jî wisa bihêlin. Bila werin geştê bikin, keyf bikin lê bila qirêjî nekin.”