Endamên KESK’ê: Em ê têkoşîna xwe ya bi KHK’an re bidomînin
- aborî-ked
- 15:00 29/10/2020
Paltforma Şaxên KESK’ê yên Rihayê, di daxuyaniya xwe ya derbarê 4’emîn salvegera KHK’an de banga xwe ya “têkoşîna hevpar” dubare kir.
Paltforma Şaxên KESK’ê yên Rihayê, di daxuyaniya xwe ya derbarê 4’emîn salvegera KHK’an de banga xwe ya “têkoşîna hevpar” dubare kir.
Konseya Navendî ya TTB’ê, derbarê qedexekirina mafê destûr, teqawitbûn û îstifakirinê yên xebatkarên tenduristiyê de daxuyanî da û diyar kir ku dê ji dev ji mafê xwe yên destûr, îstifa û teqawitbûnê bernedin.
Yadîgar Omrak ku li navçeya Rêya Armûşê terzîtiyê dike, atolyeyeke tesktîlê ava kiriye û zêdetirî 20 jin li atolyeya wê dixebitin. Omrak, anî ziman ku bi ruhekî kolektîf ji derheqê zor û zehmtiyan derketine.
Jimarên 2 û 3’ê yên Genel-Îş’ê yên Îzmîrê, daxwaz kirin ku 16 karkerên şaredariyê ku bi hinceta lêpirsîna ewlehiyê ji kar hatine derxistin careke din bên girtin û banga bi dawîkirina “derxistina ji kar a kêfî” kir.
Turk –Îş’ê li dijî qanûna torbe ku AKP’ê anî meclisê bi sernavê “Hûn ê nikaribin bikin, em ê nehêlin ku hûn bikin” çalakî li dar xist û diyar kir ku qanûn li dijî karkeran e.
Li Xîzanê Edîp Kaya ku di çe ser darên gûzan ên bi metreyan bilind bi sirixan dargûzan dihejîne, bal kişand ser zor û zehmtiyên karî û got: "Ev kar dişibe ajotina wesayîtan. Tu şaşiyeke biçûk jî bikî tu li erdê yî. Gava tu bikevî yan tu dimirî yan jî dibî yê nav nivînan hew radibî."
Li Wanê îsal ji ber krîza aborî kirêyên xaniyan ji sedî 30 zêde bûne. Serokê Komeleya Emlaqfiroşan Orhan Ozdek, anî ziman ku ji ber vî fiyetî mirov mexdûr dibin û got, divê ev bibe ji sedî 10.
Welatiyekî ji Serokomarê AKP'î Tayyîp Erdogan re gotibû "êdî em nikarin nanekî jî bibin mala xwe" û Erdogan jî gotibû "Bi min mubaxele dike" û rabûbû "çayek dabûyê." Lê belê ew çaya ku Erdogan dabû ji ber kûrên dowîzî her diçe bihatir dibe.
Li navçeya Torbaliyê 5 karkerên ku li Kargeha Etîket, Çapkirin û Ambelajê ya Oralê dixebitin, bi hinceta emdatiya xwe ya sendîkayê ji kar hatin derxistin.
Endamê Lîjneya Rêveberiya ATO’yê Dr. Haydar Can Dokûyan, ragihand ku li Enqereyê hejmara kedkarên tenduristiyê ku bi koronayê ketine derketiye hezar û 72 kesan.
Dolarê ku berê wî li jor e 8 TL’yî derbas kir. Eûro jî nêzî asta 9.50’yî bû.
Di sala 2019’an ku 2 hilbijartin pêk hatin de 860 hezar û 695 malbata ji “Bernameya Piştgiriya Civak û Malbatê” ya Wezareta Xizmetên Civakî, Xebat û Malbatê sûd wergirtibûn lê salên bê hilbijartin ev hejmar hatin kêmkirin.
Karkerên madenê yên ligel hemû şert û mercên zor, zehmet û astengiyan jî, ji bo mafên xwe li ber xwe didin, gotin; “Em dixwazin mîna mirovan bijîn.”
Meaşê karkerên madenê yên emekdar ên ku ji bo meaş û tazminata qidemiyê ya wan nehatibû dayîn, ber bi Enqerê ve meşiyan û hatibûn astengkirin, hat dayîn. Serokê Sendîkaya Karê Madenê ya Serbixwe Tahir Çetîn, diyar kir ku têkoşîna wan wê dewam bike.
Ciwanan anî ziman ku piştî zanîngeh kuta kirine deyndar bûne û niha betal in û got, budçe divê ne ji bo şer û sermayeya alîgir, divê ji bo ciwanan bê veqetandin û xwestin deynên wan ên KYK'ê bên xerakirin.