Paylan: Budçeya Qesrê budçeya şer û hevalbendê wê ye
- aborî-ked
- 14:14 19/10/2020
Cîgirê Hevserokên Giştî Garo Paylan ê ji Aboriyê Berpirsiyar e Teklîfa Budçeya 2021’an a partiya xwe bi raya giştî re parve kir. Paylan derbarê budçeyê de got: "Budçeya Qesrê; mêtingeriya kedê ye, bêdadiya dahatê ye, newekheviya herêmî, wêrankirina xwezayê û cudakariya zayendî ye. Budçeya Qesrê; budçeya îsraf, nelirêtî, talan û rantê ye. Budçeya sala 2021’î, budçeya Qesrê, ya şer û ya hevalbendê wê ye. Em ne mecbûrî vê yekê ne."