Di 2 mehan de herî kêm 128 karker ji ber şewbê mirin
- aborî-ked
- 15:20 17/5/2020
Meclîsa Tenduristiya Karker û Ewlehiya Kar rapora duyem a koronayê belav kir û ragihand ku di 2 mehan de herî kêm 128 karkeran ji ber koronayê jiyana xwe ji dest daye.
Meclîsa Tenduristiya Karker û Ewlehiya Kar rapora duyem a koronayê belav kir û ragihand ku di 2 mehan de herî kêm 128 karkeran ji ber koronayê jiyana xwe ji dest daye.
Li Levent a Stenbolê di şantiyekê de karkerên bi şewba vîrûsa Covid-19 û karkerên din di nava hev de kar dikin. Li gel vê yekê rayedarên şandiyê xebatê berdewam dike û tedbîran nagirin. Karkeran diyar kirin ku şîrket zorê li kesên bi şewbê dikeve dikin ku bêyî mafê xwe biparêzin, daxwaznameya îstîfayê bidin.
Li Ispartayê, karkerê çandiniyê Beşar Sûpî Alî yê bi ceyranê ve ma jiyana xwe ji dest da.
Çinîna ceh li Şengalê dest pê kir. Cotkarên Şengalê anîn ziman ku wan li dijî rîska şewatê îsal zû dest çinîna dexlên xwe kirin.
Karkerên ku ji bo debara xwe bikin didin ser rêyan, gava diçin cihê ku dê lê bixebitin jî di şert û mercên zehmet de dijîn. Yek ji van deverên ku karkerên demsalî hatinê jî Taxa Kesîkkopruyê ye. Li vira karker di konên 20 metrekarî de dijîn û her wiha ne av, ne ceryan û ne jî paqijî heye.
Hevseroka Giştî ya SES'ê Gonul Erden, diyar kir ku dê li dijî Giştînameya SGK'ê ya ku ji bo vîrûsa corona qezaya kar neyê hesibandin, doza betalkirinê vekin.
Sendîkaya Karkerên Tekstîlê ya Şoreşger, ragihand ku di fabrîqeyên li Dîlokê de, 118 karker bi vîrûsa koronayê ketine û wiha bang kir: “Tenduristiya karkeran di heman demê de tenduristiya civakê ye. Tavilê divê fabrîqeyan bixin bin karatînayê û destûra bi meaş ji bo karkeran bê dayîn.”
Endala Lijneya Navendî a KESK'ê Gulistan Atasoy, têkildarî sirgûna kedkarên rêya trênê daxuyanî da. Atasoy, dema got 'Qeyûmê Amedê serokatiya civîna AKP'ê dike', amîrê polîsan hişyarî kir û got “Vê jinê rawestînin. Bila dernekeve dervê zagonan." û mudaxale kir.
Karkerên çandiniyê yên demsalî ku ji bajarên cuda û hin jê jî ji ber şer reviyane hatine Aydinê, çendî ku şewb heye jî di şert û mercên zehmet de dişixulin. Karker rojê bi 85 TL'yî dişixulin û gotin: "Dahata me tenê keda me ye."
Li Bismilê karkerên çandiniyê ku di şert û mercên zehmet de dişixilun diyar kirin ku heqê keda wan nayê dayîn û cotkar jî bal kişandin ser bihabûna fiyetê ceryan, mazot, gubre û dermanên çandiniyê.
Li gelek bajaran 301 qûrbaniyên Komkujiya Somayê di salvegera 6’emîn de hatin bibîranîn. Di daxuyaniyan de hat gotin “Çerx digerin û karker û kedkar dimirin” û soza domandina têkoşînê hat dayîn.
KESK’ê di salvegera 6’emîn de qûrbaniyên Komkujiya Somayê bibîr anî û got zû an jî dereng wê hesabê Somayê bipirsin.
Serokê Giştî yê TMMOB'ê Emîn Koramaz, diyar kir ku AKP dixwaze rêxistinên pîşeyî bike yekîneyên girêdayî Navenda AKP'ê û ji armanca xwe dûr bixe. Koramaz, da zanîn ku hewldanên AKP'ê yên li dijî rêxistinên pîşeyî li dijî Destûra Bingehîn e.
Sekreterê Rêxistinbûyînê yê Bagimsiz Maden Îşçîlerî Kamîl kartal, piştî Komkujiya Somayê li ocaxan hilberîna mekanîzasyonî dest pê kiriye û karkerên ku li van ocaxan dişixulin şert û mercên wan girantir bûne û nexweşînên wan ê hilmijînê zêde bûne.
Li Nisêbîna Mêrdînê Kendal Şehmûsê ku 7 sal in bi avdaniya erdan debara xwe dike, got: "Em avê ji bîrên ku bi qasî 400 metrî kûr in dikişînin. Em avdaniya kîjan erdî bikin, em mala xwe jî dibirin wir."