Kedkarên KESK'î dimeşin Enqereyê
- aborî-ked
- 09:54 30/7/2019
Endamên KESK’ê yên ji bo daxwazên TÎS’ê ji çar milan ve ber bi Enqereyê ve dest bi meşê kirin li cihê rawestiyan daxuyanî dan.
Endamên KESK’ê yên ji bo daxwazên TÎS’ê ji çar milan ve ber bi Enqereyê ve dest bi meşê kirin li cihê rawestiyan daxuyanî dan.
Karkerên şîrketa Ozsutê yên ji kar hatin avêtin û heqê wan ji wan hatiye stendin, ji bo mafê xwe bistînin ji 3'ê Tîrmehê heta niha çalakiyê li dar dixin. Karkerên Ozsutê diyar kirin ku heta ew mafê xwe bistînin wê çalakiyax we berdewam bikin.
Endezyarê Çandiniyê Umît Kandemîr, bal kişand ser dermankirina pembû ya li dijî kêzik û nexweşiyan û got "Dema we pembû û çandiniyên din derman kirin divê hûn hevsengiya ekolojiyê esas bigirin û li gorî wê derman bikin."
Li Mêrsînê welatiyên ji bo debarê bikin seyarfiroşiyê dikin, bi zabitayên şaredariyê re di nava sergêşî û serêşê de ne. Zabita destûr nadin ku seyarfiroş karê xwe bikin û wan asteng dikin. Seyarfiroşan diyar kirin ku ne ji neçarî be vî karî nakin û wiha gotin: "Kar tune em betal in. Ji bo em debara xwe bikin em ji neçarî vî karî dikin."
Meşa KESK'ê ya ji 4 milan ber bi Enqereyê ve didome. Meşa KESK'ê ya Muglayê ku ji bo TÎS'a di navbera hikûmetê û sendîkayên cemaweriyê de di 1'ê Tebaxê de îmze bikin, dest pê kir.
Karkerên Ozsut, bi sedema ku şîrketê dawî li karê wan anîn û meaşê 2 karkeran nadin wan daxuyanî dan çapemeniyê. Di çalakiyê de Parlamenterê HDP'ê Musa Piroglu, diyar kir ku çeka kesên bindest a herî mezin şewirmendî û piştevanî ye û piştgirî da karkerên Ozsutê.
Piştî 25 salan ji jinên tevnkar ên li Kadîfekale ya dîrokê kirêya cih xwestin. Mûxtarê Kadîfekale Davût Tekîn, diyar kir ku jinên nekarin kirêya cih bidin, dê neçar bimîne ku dezgeha xwe rake.
Karkerên Hîlton-SA yên ji bo zêdekirina maeşên xwe ev 5 rojin di çalakiyê dene, gotin; “Emê dest ji vê doza xwe ya mafdar bernedin.”
Welatiyên betal her roj zêde dibin. Welatî ku vê yekê bi polîtîkayên hikumetê ve girê didin, xwestin desthilatdarî dest ji heskirina xwe ya meqam berde û ji bo berjewendiyên gel polîtîka bi rêve bibe. Welatî Servet Sever, diyar kir ku betalî ciwanan sewqî tiryakê dike
Ji karkerên ji Şaredariya Alîagayê hatin derxistin Mehmet Emîn Şavûr, bang li gelê Îzmîrê û saziyên civaka sivîl kir û got: "Werin em mil bidin milên hevdu û bi hev re bi ser bikevin."
TUÎK’Ê îstatîstîkên meydayê ya 2018’an eşkere kir. Li gorî daneyan tiraja rojname û kovaran ji sedî 17,6 kêm bûye. Berdela reklam û îlana fermî ya sala 2018’an jî ji sedî 2,2 zêde bûye.
Serokê Yekîtiya Odeyên Esnaf û Pîşekaran a Dersimê Hidir Belîce diyar kir ku sedema bingehîn a krîza aborî ya li Dersimê ew e ku ji ber şer koçberî pêk tê û bêmirovkirina herêmê ye.
Karkerên tekstîlê yên ji Tekstîla Salîha a Edenê hatin derxistin, diyar kirin ku ji bo mafê wan bê dayîn ewê têbikoşin û banga piştevaniyê li hemû kesan kirin.
Şaredariya MHP’ê ya Navçeya Alîaga ya Îzmirê îro 8 karkerên din jî ji kar derxistin. Ji hilbijartina 31'ê Adarê heta niha bi giştî 187 karker ji kar derxistin.
Norûllah Shûr Zad ê afxanî ku bi awayekî neqeydkirî li Înşaata Gorguluyê dixebitî, ji şantiyeya înşeatê ket erdê û bi giranî birîndar bû. Patron Adem Gorgulu ji Zad re gotiye ger tu gilî nekî ew ê heqê tedawiyê bide, lê Gorgulu heqê tedawiya Zad neda.