Butçeya 'Yek zilamî' bi dengê AKP-MHP'ê hat qebûlkirin
- aborî-ked
- 09:34 22/12/2018
Butçeya Navendî ya 2019'an ku ji aliyê Serokomar ve hatibû amadekirin tevî nerazîbûnan bi dengê AKP û MHP'ê hat qebûlkirin.
Butçeya Navendî ya 2019'an ku ji aliyê Serokomar ve hatibû amadekirin tevî nerazîbûnan bi dengê AKP û MHP'ê hat qebûlkirin.
Aborîzan Gaye Yilmaz, diyar kir ku di nav krîzên aborî de pêvajoya herî bi buhran stagflasyon e û rewşa aboriya Tirkiyeyê jî niha di vê pêvajoyê de ye. Yilmaz got wê AKP piştî hilbijartina herêmî berê xwe bide ÎMF'ê û wê fatûreya derkeve holê jî li civakê bê ferzkirin.
Li Geverê gundiyên debara xwe bi sewalvaniyê dikin, ji ber qedexekirina zozanan bi zor û zehmetiyê re rû bi rû dimînin. Gundiyan, bilêv kir ku ev rewş zivistanê jî dewam dike û naxwazên bihara bê zozanên wan qedexekirî bin.
Nûnerê DÎSK'ê yê Herêma Dîlokê Alî Guducu, destnîşan kir ku kesên hezar û 603 lîre meaşê kêmtirîn distînin ji bo nemirin li ber xwe didin. Guducu, got ji bo bêhna karkeran derkeve divê meaşê kêmtirîn herî kêm bibe 2 hezar û 800 lîre.
Alî Işikê bi meaşê kêmtirîn debara malbata xwe dike, diyar kir ku her meh 900 lîreyê meaşê xwe dide heqê kirê û ji ber vê tim deyndar e. Işik got: "Dinya sar bûye. Zarok nexweş in. Ji bo derman bikirim çûm dermanxaneyê. Heqê dermana 7 lîre girt, lê min nikaribû bide."
Sendîkayên DÎSK û KESK'ê û odeyên TMMOB û TTB'ê bi dirûşmeya “Em li dijî xizanî, betalî û bê ewlehiyê bi hevre têbikoşin" dê li Qada Azadiyê ya Bakirkoyê mîtîngê pêk bîne. Sendîka û Odeyan beriya mîtîngê bang li her kesî kirin ku tev li mîtîngê bibin.
Li Dîlokê yek ji hunerên destkariyê ya girîng yemenîvanî jî nesîbê xwe ji krîza aborî girt. Hosteyê yemeniyan Adil Keskînsoy, diyar kir ku ji ber maliyet zêde bûye êdî kes xweşikî yemeniyan nakire.
Odeya Bijîşkên Amedê banga beşdariya doza bijîşkan li hempîşeyên xwe kir û got ew ê di 26’ê mehê de li Mêrdînê bin û di 27’ê mehê de jî li Enqereyê tev li danişîna hekîman bibin.
Kedkaran da zanîn ku sedemê bingehîn ê krîza aborî polîtîkayên şer in û çareseriya krîza aborî jî “aştiya bi kurdan” re nîşan dan.
Li gorî daneyên TUÎK’ê di meha îlonê de hejmara bêkaran 330 hezar zêde bûye û hejmara bêkaran gihîştiye 3 milyon û 749 hezaran. Rêjeya bêkariyê jî derketiye ji sedî 11,4’an.
Pêkhateyên Platforma Şaxan a KESK’ê li qada Îstasyonê ya Amedê bi hişyariya "Ne kedkar, bila yên krîz ava kirine fatûreya krîzê bidin" mîtîng li dar xistin. Bi hezaran kes herikîn qada îstasyonê û tev li mîtîngê bûn. Kedkarên beşdarî mîtîngê bûn diyar kirin ku ew fatûra krîzê nadin.
Mîtînga KESK’ê ya Çukurova li Qada Ugur Mumcu dest pê kir. Di mîtîngehê hat gotin ku ewê bi hevre têbikoşin.
Abbas Şahîn, banga beşdarbûna mîtînga KESK’ê ya sibe li Amedê bê lidarxistin kir û got: “Di kokên krîza aborî ya bandorek mezin li ser kedkaran dike de pêkanînên dij demokratîk hene.”
Hevserokê Giştî yê KESK’ê Mehmet Bozgeyîk li dijî polîtîkayên antîdemokratîk her kesî vexwend mitînga 16’ê Kanûnê ya herêma Amedê.
Hevserokê Giştî yê KESK'ê Mehmet Bozgeyîk ji bo mîtîngên KESK'ê yên li dijî krîza aborî destnîşan kir ku ji bilî têkoşînê wekî din tu rê tune ye. Her wiha Bozgeyîk ji bo hilbijartinên herêmî jî bilêv kir ku ew ê li gel derdorên ehlê aştî, demokrasî û kedê tev bigerin.