Karkerê Sûriyeyî li Edeneyê jiyana xwe ij dest da
- aborî-ked
- 09:56 04/7/2018
Li Edeneyê karkerê Sûriyeyî ku ked sîtila fabrîqeya veguhertina malên plastîk, bi awayekî dilêş jiyana xwe ji dest da.
Li Edeneyê karkerê Sûriyeyî ku ked sîtila fabrîqeya veguhertina malên plastîk, bi awayekî dilêş jiyana xwe ji dest da.
Aborîzan Prof. Dr. Hayrî Kozanoglû, diyar kir ku êdî hefsarê aboriyê ji dest derketiye û got: "Bi faîzeke evqas zêde ne veberhênanî û ne jî îstihdam ne pêkan e."
Profesorê Îktisata Enstîtuya Teknolojiyên Massachusetts (MIT) û Îktisatvan Prof. Dr. Daron Acemoglu, têkildarî rewşa aborî diyar kir ku Tirkiye di qada aborî de bi rîska serberjêriya şit ve rû bi rû ye. Acemoglu, da zanîn ku pirsgirêkên aboriya Tirkiye binyadî ye û di demek nêzîk de nayê çareserkirin.
Li Mêrsînê mînîbusa karkerên çandiniyê qelibî, 3 kesan jiyana xwe ji dest da û 16 kes jî birîndar bûn.
Krîza aborî li Edeneyê, atolyeyên tekstîlê yên bi dolaran dixebitin, paqij kirin. Nêzî 2 hezar atolyeyên li Edeneyê heyîn, ket bin hezarî. Xwediyê atolyeya tekstîlê Nuretîn Ay ê 12 salin karê tekstîlê dike, diyar kir ku tişta dibe bi dikandarên biçûk dibe.
Li Wanê ji ber kukîloya kayê bûye lîre û nîv, sewalvan ji bo heywanên xwe xweyî bikin dest bi dirûtina giya kirin.
Koçerên Sêrtî ku her sal berê xwe didin zozana Nebirnavê, destnîşan kirin ku ji ber qedexekirina zozanan her diçe heqê kirêya mêrgan zêdetir dibe. Koçeran got, eger wisa dewam bike ew ê ji mecbûrî dev ji koçertiyê û sewalvaniyê berdin.
Aborîzan Erol Katircioglû diyar kir ku ji ber krîza aborî dê di demeke nêz de polîtîkaya qaqyîşjidandinê têkeve rojevê û hikûmet dixwaze fatûreya krîzê ne li kesên ku zêde qezenc dikin, lê li kesên xebatkar bibire.
Derya Koçak ku bi hinceta "bêîtaatiya kar" ji karê xwe yê nexweşxaneyê hat avaêtin, 8 roj in li ber nexweşxaneyê çalakiya rûniştinê li dar dixe.
Cotkarên li Kazanliya Mêrsînê karê serayê dikin, yeko yeko dev ji kar berdidin. Serokê Yekîtiya Hilberîneran Tansel Îzgî got: "Di salên dawî de toxim ji sedî 130-140 zem xwar. Toxim bûye 3 lîre. Maliyeta donimekê 6 hezar lîre ye. Naylon bûye 20 lîre. Êdî em nikarin îdare bikin."
Berdevkê Çapemeniyê yê Komeleya Sîteya Veguhêzkaran a Mêrsînê Mûrat Kûmral diyar kir ku ji ber polîtîkayên şerî û bihabûna fiyetên mazotê fîrmayên nakliyatê top avêtine. Kûmral, anî ziman ku ji ber ajokar jî ji seferê pereyan qezenc nakin mesrefên wan zêde dibin.
Hevseroka Giştî ya Egîtîm Sen'ê Feray Aytekîn Aydogan, têkildarî binçavkirina li dijî endamên wan ên ji bo li karên xwe vegerin 70 heftene di çalakiyê dene, diyar kir ku sînorê hiqûqa OHAL'ê jî derbas kirine û wiha got: "Têkoşîna me ya li dijî îxracan dê bidome."
Kedkarên Perwerdê, êrîşên li ser kedkarên çemawerî yên dixwazin paşve vegerin karê xwe şermezar kirin û gotin: “Dixwazin hebûna me ji holê rabikin. Li dijî vê yekê em nikarin bêdeng bimîn in.”
Li Wanê desthilatdariya AKP’ê 16 sal e soza “Em ê Wanê bikin navenda dilkêşiyê” dide û ev soza wan hêdî hêdî têk diçe. Yek ji bajarên herî deyndar Wan e. Li gorî daneyên TUÎK’ê xane nikarin ji sedî 65 pêdiviyên xwe rojane pêk bînin.
Alîgirê Serokê Yekîtiya Hilberînerên Şîr a Îdirê Yilmaz Demîr, diyar kir ku ji ber polîtîkayên çewt ên hikûmetê yên di warê sewalvaniyê de êdî sewalkarî li ber qedandinê ye. Demîr, anî ziman ku berê 600 endamên wan hebûn, lê niha tenê ew bi endamekî re dixebitin.