Ji ber qedexeyan kîraya zozanan duqat zêde bû
- aborî-ked
- 11:17 04/7/2018
Li Geverê piştî Zozanê gundê Serdeştê hat qedexekirin, buhayê kirêya zozanan 2 qat zêde bû. Koçerên ku zozanên wan hatin qedexekirin, neçar man ji bo 40 rojan bi 20 hezar TL zozan kirê bikin. Welatiyên ku 3 salin heman rewşê dijîn xwestin qedexeyên zozanan bi dawî bibe.