• img

    Di salekê de tenê 5 kargeh li Colemêrgê vebûn

    Hikumeta ku di her hilbijartinê de li Colemêrgê soza razemeniyê dide, li bajêr ji sedî 80 esnaf ketin ber îcrayê. Her roja li bajêr bêkarî zêde dibe di salek dawî de tenê 5 kargeh vebûn.

  • img

    Hat îxrackirin dikana etariyê vekir

    Endamê SES'ê yê 21 salin xizmeta tenduristiyê dike Îsmet Turgut piştî hat îxrackirin, dikana etariyê vekir û dest bi firotina giha û nebatên xwezayî kir. Turgut, diyar kir ku ji ber endamê SES'ê bû hat îxrackirin û got: "Çi dibe bila bibe ez dê têkoşîna xwe bidomînim."

  • img

    Serokê Giştî yê Dev Maden-Sen’ê: Meseleya ‘qaçaxê’ çîrok e

    Serokê Giştî yê Dev Maden-Sen’ê Tayfun Gorgun l ili Şirnexê li madena ku 8 karker tê de jiyana xwe ji dest dan de lêkolîn kirin wiha got: “Niha div ê weziyetê de li vir madenvaniya servekirî nayê kirin. Divê li vir madenvaniya bin erdê bê kirin. Meseleya ‘qaçaxê’ çîrok e.”

  • img

    OHAL û şer turîzmê jî ser û bin kir

    Li Antalyayê li gel ziyareta turîstan zêde bûye jî lê jêhatin daketiye. Esnafan got ku ji 1'ê çile heta 30’ê îlonê nêzî 3 milyon turîstên Rûs hatine bajêr lê feydek li wan nebûye.

  • img

    Karker nobeda karê, qût û edaletê dewam dikin

    Karkerên Şîşecamê yên ji kar hatin derxistin, ber bi Tuzlayê ve meş dabûn destpêkirin lê Waliyê Kiriklareliyê ji karkeran re astengî derxist, karkeran dest bi nobedê kir û çalakiya wan du roj e didome û kar, qût û edaletê dixwazin.

  • img

    ‘Êdî hêza gel a zeytûnan bistîne tune'

    Rêncberên Zeytûnên gundên girêdayî navçeya Mutê ku çandinî û firotina zeytûnan dikin, diyar kirin ku kirîna zeytûnan kêm bûye û nikarin zeytûnên xwe bifiroşin.

  • img

    Ji bo 70 tl 12 saetan dixebitin'

    Li Antalyayê karkerên di şirketa pakêtkirinê de 12 saetan dixebitin, diyar kirin ku êşa stû û piştê dikişînin û wiha gotin: “Ji ber derdê debara malê, em di karên giran û ewlekariya jiyanê tuneye de dixebitin. Em karê pakêt û barkirinê bi 70 TL dikin.”

  • img

    Nebûn arkeolog çiftlîka dewaran ava kirin

    Jinên Arkeolog Miray Dîrîm û Arkeolog Teberik Kubra Dîrîm ji ber di pîşeya xwe de kar bi dest nexistin, cotgeha (çiftlik) dewaran ava kirin. Arkeologên bi hevre cotgeh avakirin, qatixên cotgehê li bazara Ruyê Erdê ya Foça difiroşin.

  • img

    Meşa 'Edalet, kar û qut' di roja duyemîn de ye

    Karkerên Camê yên ji Fabrîqeya Camê ya Paşebahçeyê ya girêdayê Şîşecama Luleburgazê ji kar hatin avêtin, du roj e dimeşin. Meşa li ber Navenda Giştî ya Şîşecamê dest pê kir, di roja duyemîn de ye û karker edalet, kar û qut dixwazin.

  • img

    Karkerekê Sûriyeyî jiyana xwe ji dest da

    Abdullah Ahmed ê ji Sûriyeyê li Bornavayê di dixebitî, ket birka plastîkên kevin û jiyana xwe ji dest da.

  • img

    Jiyana komunî ya li girtîgehê, li derve jî didomîne

    Ahmet Şeremet ê di darbeya leşkerî de 15 salan di girtîgehê de ma, wê jiyana komunî ya li girtîgehê hîn bû piştî derketinê jî didomîne. Şeremet pêşî tevî hin hevalên xwe komuna hilberîna pêlavan ava kir û wiha got: “Heke di civakekê de komun tune be, ezperestî, hesûdî, pevçûn û şidet dibe serwerê wê civakê.”

  • img

    Masîvanên Mêrsînê: Em cefayê bazirgan jîsefayê dibînin

    Masîvanên Mêrsînê, diyar kirin ku masiyên ku ew bi kedek mezin neçîr dikin, pere nake, lê bazirganên ku masiyan ji wan distînin bi pereyekî mezin difiroşin. Masîvan Ali Yeşilova, diyar kir ku di nava şert û mercên giran de masî tên komkirin û wiha got: "Em cefayê dibînin lê bazirgan sefaya masiyan dibînin.

  • img

    Teqewîtbûnê wî têr nekir carek din dest bi kar kir

    Welatî Nîzamettîn Dogan ku ji ajokariya serewîsê teqewît bû, dema dît ku debara wî nabe carek din berê xwe da ser dîroksiyonê. Dogan berê digot “Heke ez teqewît bibim ez ê baxçeyê kulîlkan vekim”, niha jî dixwaze wê xeyala xwe li şaneşîna xwe pêk bîne.

  • img

    Li warê Feqiyê Teyran dema gûzan

    Li warê Feqiyê Teyran Miksê, gûzên ku mêr ji daran dadiweşînin, jin berhev dikin.

  • img

    Tanrikulu: Li Şirnexê hilberîn qaçax be jî bazarî qanûnî ye

    Wekîlê CHP'ê yê Stenbolê Sezgîn Tanrikulu bal kişand ser hezeza li Şirnexê û aşkera kir ku wî bi walî re axivî ye, lê der barê destûrnameyê de agahiyeke şên ber negirtiye û wiha got: "Hilberîn qaçax be jî diyar e bazarî bi qanûnî ye."

LÊGERÎN