Li gorî TUÎK’ê aborî mezin dibe
- aborî-ked
- 11:50 31/5/2023
Li Tirkiyeyê sînorê xizantiyê derdora 33 hezar TL ne lê li gorî TUÎK’ê aboriya Tirkiyeyê ji sedî 4 mezintir bû.
Li Tirkiyeyê sînorê xizantiyê derdora 33 hezar TL ne lê li gorî TUÎK’ê aboriya Tirkiyeyê ji sedî 4 mezintir bû.
Di saetên ku piyasa girtî de dolar bi 20,77 lîreyan hate firotin û îro jî bi 20,66 lîreyan dest bi rojê kir.
Bazirganiya derve ya Tirkiyeyê di çar mehên ewil ên salê de li kêmiyê da. Li gorî TÛIK’ê bazirganiya derve 43 milyar û 444 milyon dolaran li kêmiyê daye.
Dolarê DYA’yê îro di danê sibehê de dîsa rabû û bi 20,25 lîreyan tê firotin.
Aborîzan Mûstafa Altintaş diyar kir ku piştî encamên hilbijartinê piyaseyan jî berteka xwe daye der û got: "Ji duh ve hemû nîşane ber bi jor ve ne. Lê ya girîng ew e ku tê payin dê nîşane li wir nemînin, hîn ber bi jortir ve biçin."
Tê payîn ku ji bo ku di 30’ê gulanê de derbasdar be, wê benzîn 66 qûrişan bê zemkirin.
Piştî hilbijartina serokkomariyê ku Erdogan bi ser ket, piyasa dovîz û zêr jî biha bûn.
Di daneyên Endeksa Hejariyê de Tirkiyeyê di rêza dehemîn de cih girt.
Aborînas Doç. Dr. Nûlgun Erdem diyar kir ku divê Tirkiye dev ji polîtîkayên neolîberal berde û wiha got: “Ji bo avakirina demokrasiya ku ji mafên sendîkayî heta yên siyasî, ji mafên jinan heta yên zarokan û hemû derdorên civakê ava dike; divê ji ewil li şûna berjewendiyên piyasayê em polîtîkayên gelparêz û mafên civakî bînin bîra xwe.”
Li Wanê qeyûm hin karkeran ji kar derxist. Karkeran 4 caran doza ku vekirin qezenc kirin. Karker diyar dikin ku dîsa li kare xwe nehatine vegerandin û têkoşîna wan edaletê didome.
Karkerên neqliyetê diyar kirin ku ji ber kedxwariyê nikarin debara xwe bikin û bal kişandin ser girîngiya hilbijartina 28’ê Gulanê. Karkeran gotin ku divê teqez guherîn çêbibe û îktîdara AKP’ê were hilweşandin.
Rezervên Banka Navendî piştî 21 salan cara ewil ketin bin sifrê.
Aborînas Ahmet Şahînoz aboriya Tirkiyeyê şiband pinîkirina tekera teqiyayî û wiha got: “Heke dev ji polîtîkaya ‘faîz sedem, enflasyon encam e’ bernedin dê aboriya Tirkiyeyê di demekî nêz de biteqe.”
Li Xarpêtê Turabî Engîn ê ku ji ber polîtîkayên di bin navê “ewlehiyê” de hatin birêvebirin neçar maye ku dest ji sewalkariyê berde diyar kir ku ew nikarin hewcedariyên metbexa xwe bicih bînin.