Euro derket ser 19 lîreyan
- aborî-ked
- 13:53 11/11/2022
Euro îro bû 19,08 lîre û di nava meha dawî de gihişt asta bihayê xwe ya herî bilind.
Euro îro bû 19,08 lîre û di nava meha dawî de gihişt asta bihayê xwe ya herî bilind.
Cotkarên ku li navçeya Pirsûsê pembû danîne, diyar kirin ku pembûyê wan bi 11-12 lîreyî jî naçe û gotin: "Ger wiha bidome em ê dest ji cotkariyê berdin."
Wezîrê Xizîne û Darayî Nûreddîn Nebatî li Komîsyona Plan û Bûdçeya Meclisê hat protestokirin. Parlamenteran di ketina Nebatî ya komîsyonê de dovîza “Pisîk kete trafoyê, mişk ji deriyê piştê kete xizîneyê” vekirin.
Li gorî TUÎK’ê, rêjeya bêkariyê ji sedî 0,3 zêde bû û derket ji sedî 10,1’an. Bi vê yekê re di meha îlonê de rêjeya bêkariyê dîsa derket cotreqeman.
Li navçeya Miksê bi navê “Sêvên Çalê” sêv tên binaxkirên û ji bo ku di mehên biharê de bên xwarin, di bin axê de hatin veşartin.
Egîtîm-Sen a Şaxa Amedê, bal kişand ser Qanûna Pîşeyî ya Mamostetiyê ku dê Dadgeha Qanûna Bingehîn sibê ji bo wê li hev kom bibe û xwest ev qanûn bê betalkirin.
Grama zêrê di nava hefteyekê de bihayê xwe ji sedî 2,27 zêde kiriye bi nêzî hezar lîreyî tê firotin.
Di kanake madenê ya Kilimliyê de teqînek çêbû û di encama teqînê de 4 karker birîndar bûn. 2 karkerên rewşa wan giran, sewqî Enqereyê hatin kirin.
ÎSÎG’ê ragihand ku di meha cotmehê de 158 karkeran jiyana xwe ji dest daye û di 10 mehên salê de jî hezar û 521 karker jiyana xwe ji dest dane.
ENAG’ê rêjeya efnlasyonê ya cotmehê weke ji sedî 185 û TUÎK’ê jî ev rêjeye weke ji sedî 85,1 nîşan da.
Li gor hesaba ENAG a ji hêla akademîsyen û aborînasan hatiye avakirin, rêjeya zêdebûna enflasyonê ya 12 mehan ji sedî 185,34 zêde bûye.
Kedkarên perwerdeyê ku li dijî Qanûna Pîşeya Mamostetiyê û pirsgirêkên din îro dev ji kar berdan, diyar kirin ku wezaret gavên şênber naavêje û xwestin ku daxwazên wan bên qebûlkirin.
Parlamenterên HDP’ê di hevdîtinên budçeyê de Wezîra Malbat û Xizmetên Civakî Derya Yanik bi dowîzên ‘Jin jiyan azadî’ şermezar kirin.
Duh di nîva şevê de ji bo benzînê zem hat kirin û bi vê yekê re bihayê benzînê 21 TL derbas kir.
Wezareta dadê ku tê payîn li bûdçeya wê 22 milyar û 564 milyon lîre zêde bibe, plana çêkirina 20 girtîgehên din dike. Her wiha wezaretê ji bo lêçûnên danasîna girtîgehan jî 134 hezar lîre veqetand.