Dolar firiya!
- aborî-ked
- 11:34 28/5/2021
Dolar îro gehişt sînorê 8,60 lîreyan. Li gorî hemû demên derbasbûyî dolar gehişt asta herî biline. Euro jî derket 10.47'an.
Dolar îro gehişt sînorê 8,60 lîreyan. Li gorî hemû demên derbasbûyî dolar gehişt asta herî biline. Euro jî derket 10.47'an.
Deriyê Sînor ê Kapikoyê ku ji ber pandemiyê hatibû girtin, piştî 14 mehan hat vekirin. Lê belê heya niha li derî tu liv û tevgereke turîstan xuya nake. Acenteyên turîzmê gotin: "Turîstên rûs ji bo Antalyayê çi bin, turîstên îranî jî ji bo Wanê heman tişt in."
Ji ber hişkesaliyê bihayê giyayên ku dixin nav penêrê Wanê û tamê didiyê jî zêde bû.
Platforma Şaxan a KESK’ê bertek nîşanî binçavkirinan rêveberên SES’ê da. KESK’ê diyar kir ku xebatên sendîkayî nikarin sûc werin hesibandin û xwest ku demildest endam û rêveberên SES’ê bên berdan.
Li Navçeya Artuklu ya Mêrdînê karker Cuma Taş ê ji înşaetê ket xwar, jiyana xwe ji dest da.
Karkerê Şaredariya Akdenîzê Alî Çat ku ji ber mobînga şaredarê AKP’î duh hewl dabû întihar bike, şaredariyê wî bi Kod 29’ê ji kar derxist.
Ahmet Kilinç ku îsotan diçîne anî ziman ku her sal rewşa karê wan xirabtir dibe û got: "Êdî em hew dikarin îdare bikin." Karkerên bi heqdesteke erzan dişixulin jî behsa zor û zehmetiya kar kirin.
Beriya danişîna duyemîn a Doza Somayê ku piştî biryara xerakirinê ya Dadgeha Bilind tê lidarxistin, meş hat lidarxistin. Parêzer Can Atalay got 7 sal in di dozê de dek û dolabek nema ku nehat kirin.
Karkerên demsalî yên li Polatliyê dixebitin, ji bo ku pêdiviyên xwe yên avê pêşwazî bikin, her roj neçarin ku 2 kîlometre rê bimeşin.
Sewalkaran, diyar kirin ku ji ber zemên, ceh, êm û kayê her roja diçe rewşa wan xirabtir dibe û gotin: “Piştgiriyek baş ji bo me nayê dayîn. Ger wisan biçe, herî zêde salekê em ê karibin li ber xwe bidin.”
Cotkarên ku ji ber ziwabûnê û zêdebûna mesrefan barê wan pir giran bûye destnîşan kirin ku cotkarî nemaye û dewletê çav berdaye tekane çavkaniya debara wan jî.
Serokkomar Erdogan ragihand ku îsal dê fiyetê çaya ter 4 lîre be. Serokê Odeya Çandiniyê ya Rîzeyê Nevzat Palîç, bertek nîşanî vê yekê da û destnîşan kir ku di 11 salan de tenê qurîşek li prîma destekkirinê ya çayê hatiye zêdekirin û hilberînerên mehkûmî sektora taybet bûne tên mexdûrkirin.
Li Mêrdînê hosteyên kurtanan, piştî ku karê wan kêm bûye, bi heman sinhetê dest bi çêkirina çenteyan û amûrên xeml û xişirê kirine.
Cotkar Mehmet Cevat Tan ku nikare berên xwe bifiroşe û xisiriye, bal kişand ser bazirganên ku beran di depoyên xwe de dihêlin û komîsyonvanên fiyetan zêde dikin.
Nûnerê Tarim Orkam-San ê Semsûrê Yûsûf Demîr, diyar kir ku îsal ji ber ziwabûnê dê li bajêr ji sedî 60-70 debr neyê kirin û xwest polîtîkayên çandiniyê bên guherandin.