Şaredariya Artukluyê tabloya dahat û lêçûnan bi gel re parve kir
- aborî-ked
- 10:13 01/8
Şaredariya Artukluyê ya DEM Partiyî tabloya dahat û lêçûnên 6 mehan bi avahiya şaredariyê ve daliqand.
Şaredariya Artukluyê ya DEM Partiyî tabloya dahat û lêçûnên 6 mehan bi avahiya şaredariyê ve daliqand.
Ji ber fiyetên zêde yên ji bo turîstan û muameleya xerab a li ser sînor, hejmara turîstên ji Îranê tên Wanê kêm bû. Li gorî turîzmvanan heke hejmara turîstan hêj kêmtir bibe dê bandoreke nebaş li aboriya bajar bike.
Cotkarên ji Kinikê yên hilberîna bacanên sor kirine, bertek nîşanî fîrmayên bihayê bacanên sor ên wek 5 lîre hatiye diyarkirin, daxistine 1,5 lîreyan, dan û bi darbestê li ser “We cotkar kuştin, cenazeyê rakin” ber bi qeymaqamtiyê ve meşiyan.
Li navçeya Sincikê du wesayîtên ku karkerên tekstîlê lê siwar bûn, qeza kirin. Di qezayê de 13 kes birîndar bûn.
Bazirganiya derve sala par 5 milyar û 298 milyon dolaran li kêmiyê dabû. Îsal ev rêjeye ji sedî 10,8 zêde bû û bazirganiya derve 5 milyar û 871 milyon dolaran li kêmiyê da.
Li gorî daneyên Turk-Îşê, di meha tîrmehê de sînorê birçîtiyê bû 19 hezar û 234 lîre û yê xizaniyê jî derket 62 hezar lîreyan.
Welatiyên ku ji ber pêkanîn li deriyê sînor ê li navçeya Bazîdê biderd in, wiha gotin: “Hefteyekê em têr in hefteyên din birçî ne. Dahat û lêçûn ji hev nagirin. Li cihê ku aştî lê nebe jiyan biha dibe.”
Karkerên malan ên bi xetereyên weke qeza, birîndarbûn û mirinê re rûbirû dimînin, dixwazin ku Tirkiye Peymana Kar a Hêjayî Mirovan a Karkerên Malan îmze bike.
Cil û bergên kurdî ango netewî jî bi krîza aborî re rû bi rû mane. Dikandarên ku qumaşên cil û bergên kurdî difiroşin diyar kirin ku krîza aborî li wan jî daye û mîna berê nikarin qumaş bifiroşin.
Hevserokê Şaxa Egîtîm Sen a Wanê Mûrat Atabay diyar kir ku di encama têkoşîna wan de hevdîtinên Qanûna Pîşeyî ya Mamostetiyê hatine taloqkirin û wiha got: “Dê di cotmehê de ev qanûn dîsa bê nîqaşkirin. Hewceye hem perwerdekar li dijî vê rabin ser pêyan.”
BES’ê li gelek bajaran bi daxwaza mafên wan ên servîsê bi paş ve bên dayîn, para refahê li mûçeyên wan bê zêdekirin û li dijî zeman çalakî li dar xist.
Li herêma Çilaşan a navçeya Payîzavayê di demekê de 40 aşên avê li ber hev dixebitîn. Ji van aşan niha tenê yek li ser pêyan maye û xwediyê aş Seyfeddîn Uçer banga xwedîderketinê kir.
KESK bi daxwaza başkirina mafên reha li gelek bajaran çalakiya “Em ê radestî hejariyê nebin” li dar xistin.
Serokê Koma AKP’ê Abdullah Guler diyar kir ku mûçeyê herî kêm ê teqawidan bûye 12 hezar û 500 lîre. Xercê derketina derveyî welat jî ji 150 lîreyan derket 500 lîreyan.
Li gorî daneyên Wezareta Xizîne û Darayî, di 6 mehên ewil ên salê de bûdçeyê 747,2 milyar TL li kêmiyê da.