Li Bazarcixê dewlet jî di bin xirbeyan de ma

img
MEREŞ - 13 roj di ser erdheja ku navenda wê Bazarcix bû de derbas bû. Di vê erdhejê de ne tenê avahî hilweşiyan û mirov di bin de man, her wiha pergala yekkesî jî hilweşiya û dewlet di bin xirbeyan de ma. Vê erdhejê careke din nîşan da ku kesên xwe rêxistin kiribin dikarin bi her afetê re derkevin serî.
 
Di ser erdheja pileya 7.7 ku navenda wê Bazarcixa Mereşê bû de 13 roj derbas bûn. Serokkomar Erdogan ê ku roja ewil daxuyand ewan bi hemû hêza xwe bi rêk û pêk mudaxile kirine, du roj şûn de ji mecbûrî qebûl kir ku du rojên destpêkê ketine kêmasiyê. Lê ne tenê du roj, ev 13 roj e heman kêmasî berdewam dike. Hêrama Bazarcix, Sergolan û gundên navçeyên Mereşê ku ev 13 roj e em bê navber lê digerin neynika van kêmasiyan e. Dest ji çûyina yekîneyên rizgariyê bo gundan berdin, makîneyên kar yên ku ji bo heywanên di binê kavilan de mane û piştî mirinê bêhn didin ji kavilan derxînin jî neçûne gundan. Hin welatiyên xêrxwaz ku bi kemçeyên xwe çûne hewara gundiyan jî, ji ber hêza wan kepçeyan ji rakirina blokên giran yên betonê re tune ye, tenê gorê qurbaniyan kolan e. Gundî dibêjin ku di welatekî dewlet negihîştibe hewara gundiyên xwe de, dê tu kar bi rêk û pêk nebe. 
 
LI NAVENDA ERDHEJÊ YEKÎNEYÊN RIZGARKIRINÊ KÊM BÛN
 
Ligel ku Bazarcix navenda erdhejê bû jî roja destpêkê heya êvarê yek yekîneya rizgarkirinê li yek avahiyê xebat dimeşand. Di saetên êvarê de yekîneyeke din hat û ewan jî li avahiyeke din dest bi xebatên rizgariyê kirin. Avahiya Yoksul ku welatî li ber kavilên wê digiriyan û digotin 5 jê zarok 11 kes di bin kavilên wê de ne jî, ancax roja duyemîn xebatê lê dest pê kir. Lê ji vê avahiyê yek welatî jî rizgar nekirin. Piştî roja çaremin jî walîyê koordînator daxwuyand ewan li Bazarcixê xebatên rizgarkirinê bi dawî kirine. Di demeke ku bi şev pileya hewayê di binê sifirê de li derdora 10 pileyan bû de ligel her kêliyek ji bo jiyanê bi qedr û qîmet bû jî, tîmên lêgerînê û rizgarkirinê ji neçarî dem dem xebat radiwestandin û bêhna xwe berdidan. Ev yek jî dibû sedema bertekên welatiyên xizm û aîleyên wan di binê kavilan de ne.
 
YEKÎNEYÊN RIZGARIYÊ NEÇÛNE YEK GUNDÎ JÎ
 
Ne tenê ji hêla rizgarkirina mirovan ji binê kavilan, ji hêla belavkirina alîkariyên ku hatin de jî hikûmet û dewlet kete nava gelek kêmasiyan. Her 4-5 rojên destpêkê tenê hemû alîkarî hatin berhevkirin û piştre dest bi belavkariyê kirin. Lê ji ber burokrasiyê û teraliya saziyên dewletê gelemperiya welatiyan jî negihîştin van alîkariyan. Di wê astê de koordînasyona ku bi pêşengiya HDP, odeyên pîşeyî, saziyên sivîl, komeleyên gund, tax û herêman li Mala Gund a Hasankoca hatibû avakirin ji gelek gundan re bûbû derman. Bi sedan dilxwazên ku ji bajarên bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê hatibûn heya roja 10'emîn bi şev û roj alîkariyên ku ji Ewropa û gelek bajaran dihatin ji TIR’an dadixistin, tesnîf dikirin û piştre li gorî pêdiviyên gundan belav dikirin. Min û hevalê xwe yê rojnameger Azad Altay jî gelek caran hin hewcedarî digirt erebeya xwe û gundên ku kes neçûbûnayê me ji wan re dibirin. Lê di 15’ê Sibatê de Qeymeqamê Bazarcixê ligel Fermandarê Navçeyê û gelek leşkerên bi teçhîzat weke ku bi ser cihekî de bigirin hatin Mala Gund a Hasankoca û gotin ewan dest daniye ser vê navenda koordînasyonê. Ligel hevdîtinan jî ji ber pirsgirêk çareser nebû, kesên dilxwaz û koordînasyona vê noqteyê destnîşankirin ku ew ligel qeyûm naxebitin. Piştre jî dilxwaz ew navend vala kirin û ji Bazarcixê veqetiyan. Ev 3 roj derbas bûye ew qeyûmê AFAD’ê ku li ser vê noqteyê hatiye peywirdarkirin tu tiştek jî belav nekiriye. Gundiyên ku li vê malê diman jî bi bertek in û dibêjin ku ji roja dilxwaz çûne û heya niha ji vir alîkarî ji tu gundî re neçûye.
 
LI DIJÎ CIHÊKARIYÊ BI RÊXISTINBÛYÎN
 
Ji ber li hin gundên kurdên elewî malên gund, komele û cemxane hene, pêdiviyên xwe yên destpêkê bi rêxistinbûna xwe pêk anîn. Ev yek ji hêla wan gundiyan ve jî hat piştrastkirin ku kesên bi rêxistin be pêdiviya wan bi dewletê tune ye û dikarin pêdiviyên xwe yên sereke pêk bînin. Lê ligel vê yekê jî tişta van gundiyan diêşîne, cudakarî ango cihêkariya ku dewlet dixe navbera wan û gundên sûnî. Gelek welatî di wê baweriyê de ne ku dewlet ji bo kurdên elewî Bazarcix û gundên wê biterikîne tu alîkarî nake. Dema em li gund û taxên navçeyê yên kurdên elewî digerin jî dîmenên ku welatiyan piştrast dikin dikevine ber kamerayên me. Mînak taxên Cengîz Topel, Fatîh û Çamlitepe ku herî zêde xanî lê ruxiyane ji ber ku gelemperiya wan ne alîgirên desthilatdariyê ne wan konên AFAD’ê kêm girtine. Lê ji ber taxa Ahmed Bozdag alîgirên AKP û MHP’yê ne, ligel ku kêm xanî lê ruxiyane jî hema hema li ber derê her malê konên AFAD’ê hene. Ev yek jî cihêkariyê ku welatî behsa wê dikin radixe ber çavan. 
 
Dîsa bi dehan gundên li deşta Narli û derdora Tirba Elîf Ana ne jî gelek ruxiyane û hema hema li her gundî qurbanî hene. Lê ev gundên ku kurd û elewî lê dijîn jî ji hêla kon û alîkariyan ve li taliyê hatine hiştin. Hebûna koordînasyona bi pêşengiya HDP’ê de ji bo çareseriya vê cihêkariyê bi qîmet bû lê ew jî hate girtin, desteserkirin... 
 
NE TENÊ PÊDIVIYÊN MIROVAN YÊN SEWALAN JÎ HENE 
 
Bi qasî mirovan pêdiviyên heywanan jî hene. Ne tenê însan, bi sedan, bi hezaran sewal jî di vê erdhejê de mirin û birîndar bûn. Lê niha ne êmê wan hene û ne jî konekî ku ev heywan bi şevê dikarin bikevin bin hene. Ji ber vê yekê dema em li gundan digerin, gundên ku bi sewalkariyê debara xwe didomînin behsa van pêdiviyan dikin, gundên ku bi cotkariyê debara xwe dikin jî behsa traktor û makîneyên çandiniyê di bin kavilan de mane dikin û bo vê yekê jî dixwazin pirsgirêkên wan bên çareserkirin. 
 
HEKE LI SER ŞAREDARIYÊN HDPÊ QEYÛM TUNEBÛNA WÊ REWŞ CUDA BÛNA
 
Xulasa di vê erdhejê de ne tenê avahî hilweşiyan e û xesara madî û manevî çêbûye, di heman demê de pergala yekkesî jî hilweşiya û dewlet di bin erdhejê de ma. Weke rojnamegerekî min erdheja Wanê jî şobandibû. Di wê erdhejê de hebûna şaredariyên kurd ew roj ji bo her mexdûrek erdhejê min dît bê çiqas bi qedr û qîmet e. Hê roja ewil, tewaletên ku biribûne herêmê, aşxaneyên ku li serê kolanan ava kiribûn, bijîşk û endamên tendûristiyê ku gund bi gund kon bi kon digeriyan, yekîneyên rizgariyê yên her şaredariyekê ku li ser her xirbeyekî bûn, tankêrên avê bê navber li taxan û kolanan digeriyan. Ji bo kesên dixwestin ji Wan û Erdîşê derbikevin jî derfetên cih û gelek tiştên din hatin amadekirin. 
 
Di erdheja navenda wê Bazarcix bû de min hê zêdetir fêmkir bê ew roj û ew mudaxile çiqas muhîm bûn. Heke îro qeyûm tayînî ser hemû şaredariyên HDP'ê nekiribûna wê ew jî mîna Şaredariya Silopiya ji roja destpêkê ve li her kolaneke Bazarcix û van cihên din bûna û di xizmeta mexdûrên erdhejê de bûna. 
 
Ligel ku dewlet tim pesnê xwe dide jî hê pêdiviya mexdûrên erdhejê ya tewalet û serşokan pêk neaniye. Her wiha dest ji konteyniran berdin, hê bi hezaran malbat bê kon in. Ji xwe gelek gund jî bi qedera xwe re rû bi rû hatine hiştin. 
 
MA / Abdurrahman Gok