NAVENDA NÛÇEYAN - Komeleya Mafê Mirovan a Herenayê ragihand ku daxwaza ji nû ve darizandina Hatem Ozdemîr ji aliyê dadgehê ve hatiye redkirin.
Komeleya Mafê Mirovan a Herenayê, diyar kir ku daxwaza ji nû ve darizandina ji bo endamê HPG’ê Hatem Ozdemîr ku cezaya darvekirinê lê hatiye birîn, hatiye redkirin û xetereya li ser jiyana Ozdemîr didome.
Endamê HPG’ê Hatem Ozdemîr, di 19’ê Tebaxa 2019’an de di êrişa hêzên rejîma Îranê ya li ser sînor de birîndar bûbû û ji hêla hêzên rejîma Îranê ve hatibû dîlgirtin. Dadgehên rejîma Îranê, biryara darvekirina Hatem Ozdemîr ê ji bakurê Kurdistanê, erê kirin.