Pêla Siyaseteke nû ya ‘Erebkirina’ Kurdistanê
- analîz
- 11:17 14/8/2018
Li Bexda û herêma başurê Kurdistanê ji ber şerê kursiya desthiladariyê pirsgirêkên civakê tên piştguhkirin. Ji ber ku ligel hemû pirsgirêkên siyasî, civakî û aborî gel çareseriyê di koçberiya welatên derve de dibîne. Hêzên desthiladar ku vê yekê weke firsend dibînin bi taybetî di heremên ku kurd lê pirin û koçber dibin, dest bi polîtîkaya “Kembera Ereb” a di dema Partiya BAAS a Seddam Huseyîn de dihat meşandin hat kirin.
