Em li Şirnexê ketin pey şopa qirkirina daran: Di 2 salan de 500 hezar ton dar hatin birîn
Cerdevan li herêma Bestayê di 2 salan de 500 hezar ton dar birîn û bi destûra Midûriyeta Bajêr a Daristanê tonek dar bi hezar û 175 lîreyî difiroşin. Serokê Baroya Şirnexê Rojhat Dîlsiz diyar kir ku ew ê doza daran bibin DMME’yê û got: “Ji ber ev talankirin li Şirnexê ye, çav kor in û guh kerr dibin.”