Ji Şanoya Bajar a Amedê perwerdeya şanoyê

img

AMED - Bi atolyeya ku bê vekirin wê ji bo 20 kesan perwerdeya şanoyê ya bêpere bê dayîn. Lîstikvanê Şanoya Bajar a Amedê Yavûz Akkûzû, diyar kir ku di şanoya kurdî de pêwistî bi jenerasyoneke nû heye û ji bo atolyeya ku vebikin jî ev tişt got: "Xwendekarên ku ji wir derkevin wê me bi hêz bikin û şanoya xwe ava bikin. Em dixwazin qadeke bandorê ya wiha ava bikin."

Şanoya Bajar a Amedê, amadekarî dike ku perwerdeya şanoyê ya bêpere bide. Atolyeya ku hatiye plankirin di demeke nêz de dest pê bike wê bi alîkariya Enstîtuya Goethe bê dayîn. Kontenjana atolyeyê bisînor e û wê tenê 20 kesên temenê wan di seriya 18 salan de jê sûd werbigirin. Ji bo kesên ku dixwazin serî li atolyeyê bidin wê dema serlêdanê di 13'ê îlonê de bi dawî bibe. Em bi lîstikvanê Şanoya Bajar a Amedê Yavûz Akkûzû re li ser xebata atolyeyê û hedefên wan ên dema pêş axivîn. 
 
'PÊWISTÎ BI JENERASYONEKE NÛ HEYE'
 
Şanoger Yavûz Akkûzû, di destpêka axaftina xwe de qala xebatên wan ên şanoyê yên piştî tayînkirina qeyûman û zehmetiyên ku kişandine kir û da zanîn ku ji ber pêwistiya şanoya kurd bi jenerasyoneke nû heye pêwistî bi atolyeyê dîtine û wiha got: "Lewre mixabin li Amedê tenê em bi awayekî rêk û pêl şanoya kurdî dikin. Belim ev bandor bike û wendekarên ku ji vir derkevin hêzê bidine me û şanoya xwe ava bikin. Em dixwazin qadeke bandorê ya wiha ava bikin.
 
WÊ KÎJAN PERWERDE BÊN DAYÎN
 
Akkûzû, destnîşan kir ku wê atolyeya wan heta mehên biharê bi qasî 7-8 mehan bidome û têkildarî naveroka perwerdeya ku bidin jî ev agahî parve kirin: "Em dixwazin hemû dersên ku dibe bi konservatûara dewletê re rû bi rû bimînin cih bigirin. Em weke Şanoya Bajar a Amedê di nav qadroya perwerdeyê de ne. Em dersên Rîtîm û şanê ji Ma Mûzikê bibersivînin. Lê dersên mîna pandomîn, clown, nivîskariya drama, maske, çêkirina û leyîstandina kûkla ku profesyoneliyê dixwazin hene. Di van dersan de jî wê perwerdekarên profesyonel ku em bi wan re di têkiliyê de ne bibin alîkar. Wê her meh herî kêm 2 atolye hebin. Wê hemû ders bi duberebûnê berdewam bikin. Bi vî awayî wê serweriya xwendekar a têkildarî qadan pêk bê. Bi vî awayî wê binesaziya Konservatûara Bajar bê çêkirin. Belkî heta çend salan weke qursan bidome. Heke di demên pêş de em qada xwe ya perwerdekaran berfireh bikin dibe ku em derxin heta 3 salan jî. Dawiya hefteyê 3 rojan di nav hefteyê de jî di saetên evarê de em qursên xwe bidin."
 
WÊ GIRANÎ KURDÎ BE
 
Têkildarî zimanê perwerdeyê jî Akkûzû, bi lêv kir ku bêyî redkirina tirkî wê bi giranî zimanê perwerdeya atolyeyê bi kurdî be û ev tişt got: "Lewre em ji bo xurtkirina şanoya kurdî ev esas davêjin. Dema hilbijartina xwendekaran yek ji şertê girîng wê kurdî be. Lê heke kesekî serkeftî derkeve û em devjê bernedin em ê tirkî jî bigirin nav xwe û ji bo pêşketina wî ya kurdî zorê bidinê. Her wiha hin perwerdekarên ku ji derve tên bi kurdî nizanin. Lewre wê hin atolye bi tirkî bin. Yanî wê atolyeyên hem bi kurdî hem jî bi tirkî hebin."
 
ELEQE ZÊDE YE
 
Akkûzû, diyar kir ku eleqeya ji bo atolyeyê zêde û xwest ku kesên serlêdan nekirine zûtirîn demê de serlêdanan xwe bikin û têkildarî kesên ku neyê hilbijartin jî ev agahî dan: "Heke neyên hilbijartin jî bila têkiliya xwe qut nekin û dersên teorî bigirin. Wê ev ders ji herkesî re vekirîbin. Dersên teoriyê yên mîna Dîroka Şanoya Kurdî, Dîroka Şanoya Cîhanê û Lêkolîna Lîstikê hene. Beşdarbûna herkesî girîng e. Em bi her awayî têkilî bi wan re deynin. Dema lîstikên xwe yên qerebelix dibe ku em gazî wan bikin. Em dixwazin têkiliyên xwe qut nekin."
 
Di dawiya axaftina xwe de Akkûzû, bal kişand ser astengkirin û qedexeya zimanê kurdî û girîngiya şanoya bi zimanê kurdî û got ku divê bi awayekî pratîk li dijî pişaftinê helwest bê nîşandan.
 
ŞANOYA BAJAR A AMEDÊ 
 
Şanoya Bajar a Amedê, di sala 2017'an de piştî tayînkirina qeyûm a ser Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ji aliyê şanogerên kurd ve hat avakirin.
 
MA / Eylem Akdag