STENBOL - Li dijî girtina Şaredarê Esenyurtê Prof. Dr. Ahmet Ozer ku qeyûm tayînî şûna wî hatibû kirin, îtîraz hat kirin.
Serokê Şaredariya Esenyurtê Prof. Dr. Ahemt Ozer roja 30’yê cotmehê hat girtin. Li ser fermana Wezareta Karên Navxweyî ji wezîfeyê hat girtin û qeyûm tayînî şûna wî hat kirin. Li dijî girtina Ozer, li dadgehê îtîraz hat kirin. Parêzera Ozer, Seraf Ozer ku di heman demê de keça Ahmet Ozer serî li Dadgeha Çaglayana Stenbolê da û îtîrazî girtinê kir. Serokê Baroya Stenbolê Prof. Dr. Îbrahîm Kaboglû, cîgirên Serokê Giştî yê CHP’ê Mûrat Bakan û Gamze Taşçier, rêveberên CHP’ê û gelek parêzeran piştgirî di dema îtîrazê de amade bûn û piştgirî dan îtîrazê.
Parêzer Seraf Ozer û şandeya CHP’ê piştî îtîrazê li ber dadgehê daxuyanî dan.