Şûraya Dewletê qereqola ku li Dakyanûsê hat lêkirin rawestand

img

AMED - Qereqola ku li Bajarê Dîrokî Dakyanûsê hat lêkirin bi biryara Şûraya Dewletê hat rawestandin. Şûnwarnas Ahmet Kinay, biryara ku ji aliyê Lijneya Parastinê ve hatiya dayîn weke "qirkirina çandî" bi nav kir û Parêzer Devrîm Bariş Baran jî daxwaz kir ku biryar bê vekişandin. 

Navçeya Licê ya Amedê ku bi dîroka xwe ya bingehîn yek ji cihên herî kevn ên Amedê ye, bi hinceta ku weke "herêma ewle" hatiye îlakirin destûr nayê dayîn ku mirov biçin lê bigerin. Ji ber vê sedemê aqûbeta berhemên dîrokî yên li navçeyê nayê zanîn. Yek ji van berheman jî Bajarê Dîrokî Dakyanûs ê li Deşta Fîsê ya navçeyê ye. Herêma ku bajar lê ye di sala 2003'an de di asta yekemîn de weke qada divê bê parastin hat îlankirin. Ev herêm di 1'ê îlona 2015'an de weke "Herêma Demkî ya Ewlehî ya Leşkerî" hatibû îlankirin. Piştre Fermandariya Cendirmeyan a Bajar a Amedê, di 17'ê kanûna heman salê de daxwaz kir ku li ser Bajarê Dîrokî Dakyanûsê baregeha leşkerî bê çêkirin û li derdora wê bi qasî 435 metreyan dirêj dîwar bê lêkirin. Lijneya Parastina Hebûnên Xwezayî û Çandî ya Amedê vê daxwazê erê kir. Li herêma ku weke baregeha leşkerî hat îlankirin di sala 2016'an de qereqol hat lêkirin. 
 
Şaxa Odeya Avahîsazan a Amedê, li dijî biryara lîjneyê serî Dadgeha Îdareyê da û doz vekir. Lê bi hinceta ku "ne alî ne" doz hat redkirin. Herî dawî Şûraya Dewletê, bi hinceta ku nirxandina bandora li herêma parastî nehatiye kirin û lîjneya zanîstê nehatiye avakirin biryara Lijneya Parastinê betal kir. Li ser vê Wezareta Çand û Turîzmê biryarê îttîraz kir. 
 
Ji ber ku bajarê dîrokî li qada qereqolê de ye nayê zanîn ku çiqas xesar lê çêbûye. 
 
LI BENDA DANIŞTAYÊ NE
 
Parêzerê dosyayê Devrîm Bariş Baran, diyar kir ku ji bo lêkirina qereqolê biryar hatiye dayîn ku dema vedanê heke şûnwarên dîrokê bên dîtin ser bi betonê bê girtin û têkildarî mijarê ev tişt got: "Odeya Avahîsazan xwe gihandibû vê biryarê û ji bo ku li dijî vê biryarê doz bê vekirin serî li me da. Piştre me jî amedekariyên xwe kir û ji bo rawestandin li Dadgeha Îdarê doz vekir. Lê dadgehê bi hinceta ku Odeya Avahîsazan ne alî ye doza me red kir. Li ser vê me biryara dadgehê bir Daniştayê. Daniştayê daxwaza me mafdar dît û biryara Lijneya Parastinê betal kir. Em ê li benda biryara Daniştayê bin. Divê dadgeh di nav 30 rojan biryarê bi cih bîne. Diviya ku Lijneya Parastinê ji bo qadeke ku diparêzin destûr nedana. Sûc kirine. Divê ji niha şûn ve giliya Lijneya Parastinê bê kirin."
 
MÎRATEYA HEVPAR A IROVAHIYÊ 
 
Hevseroka Odeya Avahîsazan a Şaxa Amedê Sema Aslan jî diyar kir ku biryara Lijneya Parastinê ya derbarê Bajarê Dîrokî Dakyanûsê de ji çapameniyê bihîstine û doz vekirine û wiha axivî: "Li Tirkiyeyê edalet dereng pêk tê. Diviya ku bajarê dîrokî bihata parastin. Bi qasî ku me hîn kiriye dora herêmê bi mînyaturên sûrên Amedê girtî ye. Di nav de bajarek heye. Ji ber ku mîrateya hevpar a mirovahiyê ye wê di hêla turîzmê de nêrînên mirovan biguherta. Lê îro bi tunebûnê re rû bi rû ye. Divê hemû mirovahî li vê mîrateyê xwedî derkeve. Ne tenê ji bo Dakyanûsê ji bo sûrên Amedê û avahiyên dîrokî yên nav sûran jî heman parastin bê kirin. 
 
QIRKIRINA ÇANDÎ
 
Şûnwarnas Ahmet Kinay jî têkildarî mijarê axivî û ev tişt anîn ziman: "Qadên ku divê bên parastin li wan qereqol tên lêkirin, Santralên Ceyranê yên Hîdro û bendav tên çêkirin. Bi van projeyan tên hilweşandin. Biryara Lijneya Parastinê ya "ser avahiyên dîrokî bi betonê bigirin" jî "qirkirina çandî" ye. Bi van xebatên "bêbîrhiştin" tê kirin û girêdana mirovan a bi axa wan re qut dikin. Ji bo parastina şûnwaran berpirsyarî dikeve ser milê rêxistinên sivîl û baroyan."
 
MA / Ceylan Şahînlî