NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajaroka Kaskabûlak a Kazakistanê dersên kurdî tên dayîn. Li rêveberê (akim) bajarokê jî ji kurdan tê tayînkirin. Li nav kurdên Kazakistanê Kaskabûlak weke "Kurdistana Biçûk" tê binavkirin.
Bajaroka (awıl/aul) Kaskabûk a li rayona Talasê ya girêdayî oblasa Jambilê ya Kazakistanê, bi xweseriya xwe biçûk balê dikişîne ser xwe. Bajarok bi tevahî ji kurdan pêk tê û lê dersên (Kurmancî) tên dayîn. Rêveberê bajarokê bi zimanê kazakî ku jê re "akim" tê gotin ji nav kurdan tê diyarkirin û tayînkirin.
KURDÊN SOVEYETÊ
Şoreşa Cotmeha 1917'an û pêvajoya avakirina sosyalîst, di dîroka kurdan de bi başî û xerabiyên xwe cihekî girîng digire. Salên 1920'î piranî weke serdema "ronîkirinê" tê pênasekirin û salên 1930'î jî weke serdema "zextan" tê dîtin. Di vê serdemê de ji ber ku Kurdistana Sor hatiye hilweşandin, Rojnameya Riya Taze hatiye girtin, dibistanên bilind ên teknîkî yên bi kurmancî perwerde didan hatine girtin, zextên li ser ronakbirên kurd hatine destpêkirin û herî dawî kurd bi awayekî girseyî hatine sirgûnkirin, têkiliyên ku di salên 1920'an de di navbera nîjada kurd û Rêveberiya Moskovê hatine avakirin qels bûne. Bi taybetî jî sirgûna 1937-1938'an dilmaniya bi kurdan re kûrtir kir. Di vê serdemê de beşeke kurdan bi hinceta ku "ji wan nehatiye bawerkirin û mîmkirî" bûne sirgûnî Komara Sosyalîst a Sovyetê ya Kazakistanê hatine kirin.
NAMEYA KEREMÊ ELÎ YÊ WANÎ YA JI BO STALÎN
Dîtina cih û elimandina şertê xwezayê ya piştî vê sirgûnê kurdan gelek fikirandiye. Weke ku me li jor qal kir; Keremê Elî (Karim Aliyeviç Süleymanov) ku yek ji dibistanên bilind ên teknîkî derçû bûye û hevalên xwe ketine nav hewldanên dîtina cihekî guncav. Heta Keremê Elî ji Stalîn re nameyeke bi vê naverokê şandiye: "Em kurd timik li deverên çiyayî û avhewayên sar jiyane. Jiyana li avhewaya çolter ji bo me gelek zehmet e." Lê encama ku hatibû xwestin nehatibûn bidestxistin.
Keremê Elî eslê xwe ji Wan ê ye û di sala 1915'an de li Wanê ji dayik bûye. Malbata wî piştre sirgûnî erdnîgariya Soveyetê tê kirin. Di salên koçê de kesekî biçand û ronî bûye. Pêşengtiya malbatên ku hatine sirgûnkirin dibe peywira wî.
MALBATA NADÎROVAN LI KASKABÛLAKÊ NE
Piştî lêgerîneke dirêj kurdên sirgûnkirî biryar didin ku li Kaskabûlak a li rayano Sarisûyê (Ji sala 1930'an şûn ve tevlî oblasta Jambul [Jambıl] bû) bi cih bibin. Li gorî agahiyên ku Aramê Başqî yê di sirgûnê de cih girtiye; gundê Kaskabûlak di gulana sala 1938'an de hatiye avakirin. Li gund kolxoz (komeleya çandinê ya ji çend malbatan li Yekitiya Sovyetan) û dibistan hatine lêkirin. Li avahiya ku bi kerpîçan hatiye lêkirin û ji çend odeyan pêk hatiye, perwerdeyeke dijwar hatiye dayîn. Damezrîner û midurê yekemîn ê dibistanê Keremê Elî ye. Tê angaştkirin ku li dibistanê Anavar Nadîrov jî weke sermamoste perwerde daye. Dîsa tê zanîn ku birayê Anvar Nadîrov Profesorê navdar ê kurd Nadîr Nadîrov jî li vê dibistanê perwerde dîdîtiye. Koka malbata Navîrovan jî digihîje Wanê. Malbat di sala 1925'an de ji Wanê derdikeve û koçî Nahçîvana ku wê demê xaka Yekitiya Komarên Sosyalîst ên Soveyetê (SSCB) ye dibe. Li gundê Qîqaçe yê Nahçîvanê bi cih dibin. Di sirgûna sala 1937'an de malbata Nadîrovan jî tê sirgûnkirin. Ji bilî Nadîr Nadîrov Profesor Gul Huseyîn Asanovîç Mûsayev û Aborînas Îsa îsayevîç Mûsayev ji li gundê Kaskabûlakê xwendine.
MALENKIY KURDISTAN
Bajaroka (bi kazakî weke awıl/aul derbas dibe) Kaskabûk a li rayona Talasê ya girêdayî oblasa Jambilê, ji aliye kurdên Kazakistanê ve weke "Kurdistana Biçûk (Malenkiy Kurdistan)" tê dîtin. Gelheya bajarokê bi qasî hezar 200 kesî ye û bajarok ji aliyê rêveberekî ku bi kazakî jê re "akim" tê gotin ve tê birêvebirin. Herî dawî di sala 2020'an de weke rêveber (akim) Cardîz Îsmaîlovîç Huseynov tê tayînkirin. Huseynov bixwe ji kurdên Kaskabûlakê ye. Tê gotin ku Huseynov ji milê Başqî yê eşîra Brûkiyan e. Li bajarokê weke akîm kurd tên tayînkirin. Ji vî aliyî ve şeklî be jî weke modeleke "xweserî" tê dîtin. Kêm be jî hin bermayiyên têgeha welatibûnê hene. Yanî kes li perçeyeke xakê bi daxwaza xwe dijî.
DERSÊN KURMANCÎ TÊN DAYÎN
Dibistaneke navîn a bajarokê heye. Ev dibistanê weke berdewama dibistana ku ji aliyê Keremê Elî ve hatiye vekirin tê dîtin. Perwerde bi awayekî fermî kazakî û rûsî ye. Lê kurmancî jî ji aliyê rêveberiya welat ve hatiye nasîn. Lİ dibistanê dersên kurmancî jî tên dayîn. Me xwe gihand mamoste Rûslan Daûreşov ku li dibistanê dersên kurmancî dide. Daûreşov, diyar kir ku li dibistanê 120 xwendekar kurmancî hîn dibin û ji pergala ku li Kazakistanê tê sepandin kêfxweş in.
Tê dîtin ku weke netew dewletek Kazakistan nêzikatiyeke paranoyak û nurotîk nîşanî nasnameyên nîjadî nade. Berovajiyê vê ji bo ku di nasnameyên nîjadî de heste xwemalîbûnê bi pêş bixe Kazakistanê asambleya gelan ava kiriye. Bêguman rêveberiya niha di mijarên demokrasî, mafê mirovan, serweriya hiqûqê û welatîbûna wekhev de ne bes e. Lê di hêla rêveberiya di cih de an “tefrik-i vezaif” de pêkanîn wê yên biçûk ên dikarin referans bên girtin hene. Di vê warî de Karabûlak mînakeke hêja ya balkêş e.
MA / Îsmet Konak