Besê Hozat: Em li pişt îradeya Rêber Apo ne

  • rojane
  • 10:05 6 Mijdar 2024
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat diyar kir ku dewleta tirk bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re dikare pirsgirêka kurd çareser bike û got: "Rêber Apo amade ye. Em jî weke tevger li pişt îradeya Rêber Apo ne."

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat di bernameyeke taybet a televîzyona Medya Haberê de mijarên di rojevê de ne nirxand. 
 
Nirxandina Besê Hozat wiha ye: 
 
"Di encama têkoşîneke mezin de Rêber Apo bi Omer Ocalan re hevdîtin kir. Bêguman ev hevdîtineke malbatê bû. Beriya wê, têkildarî rewşa tenduristiyê ya Rêber Apo hin agahî li nava raya giştî hatin belavkirin.
 
MUXATABÊ PIRSGIRÊKA KURD RÊBER APO YE
 
Weke ku min beriya niha jî got, rewşeke bi vî rengî hate amadekirin. Piştre jî ji bo gel ranebe serhildanê, tênekoşe hevdîtineke bi vî rengî xistin rojevê. Ji xwe êriş hene, êriş giran bûne. Em ê vê jî binirxînin. Bi Şaredariya Esenyûrtê destpê kir. Niha jî qeyim danîn ser şaredariyên Mêrdîn, Êlih û Xelfetiyê. Êrişa li ser TUSAŞ'ê ji xwe re kir hincet û êrişî binesaziya Rojava dike. Êrişên qirkirinê bi rengekî giran li ser Rojava hatin kirin û dewam dikin.
 
Rêber Apo helwesta xwe nîşan da. Anî ziman ku tecrîd dewam dike. Sekna xwe jî bi şênberî nîşan da. Got, 'Eger şert û merc bêne afirandin, ez xwedî hêza teorîk û pratîkî me ku pêvajoyê ji ser zemîna şer derbasî ser zemîna siyasî û hiqûqî bikim. Hêza min ji bo vê yekê heye. Dikarim di çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd re bi roleke xurt rabim. Ji bo aştî û demokrasiya li Tirkiyeyê dikarim wezîfeya xwe, rola xwe bi cih bînim. Dixwazim ji gelên Tirkiyeyê re xizmetê bikim. Dixwazim xizmetê ji demokrasiya Tirkiyeyê, ji komara demokratîk, ji çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd re bikim. Di vê mijarê de dixwazim bi rola xwe rabim. Di vê mijarê de hêza min a teorîk û pratîkî heye' û nêzîkatiya xwe nîşan da.
 
Muxatabê pirsgirêka kurd Rêber Apo ye. Rêber Apo ji bo tevgera me, ji bo gelê me muzakerevanê sereke ye. Îradeya gelê me temsîl dike. Rêberê gelê me, gelên me ye. Rêberê azadiyê ye. Çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd bi muxatabgirtina Rêber Apo divê bê çareserkirin. Rêber Apo ji danûstandinan re amade ye. Ev yek bi şênberî careke din ji raya giştî re eşkere kir. Sekn û helwesta xwe careke din nîşan da.
 
Eger dewlet wê di vê mijarê de gavê biavêje, pirsgirêka Kurd bi rengekî demokratîk çareser bike, Tirkiyeyê ji felaketeke mezin rizgar bike, nehêle Tirkiye wergere û bikeve nava dohejê, eger wê Tirkiyeyê ji şewatê rizgar bike, vê yekê dikare bi Rêber Apo re bike. Rêber Apo amade ye. Em jî weke tevger li pişt îradeya Rêber Apo ne. Weke tevger em ê nêzîkatî û çareseriya Rêber Apo ji xwe re bikin esas. Em tevgereke welê ne ku li gorî ferman û perspektîfên Rêber Apo tevdigerin. 
 
DEWLETA TIRK LI PEY LÎSTIKAN E
 
Yanî pirsgirêk dewlet bi xwe ye. Dewleta Tirk li pey lîstikan e. Bi dek û dolaban hewl dide Kurdan bixapîne, di vê pêvajoya zehmet de bi zerareke kêm xwe rizgar bike. Hesabê vê desthilatdariyê ev e. Derdê vê desthilatdariyê çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd nîne, derdê wê dmeokratîkbûna Tirkiyeyê nîne. Derdê wê jiyana bi hev re ya gelan nîne. Bi vê re eleqedar nabe. Derdê wê ev nîne. Derdê wê desthilatdariya wê ye. Dixwaze desthilatdariya xwe li ser piyan bihêle. Derdê wê dewamiya desthilatdariyê ye. Di vê mijarê de divê gelê me nekeve nava lîstikê. Divê nekeve nava bendewariyên cuda, gelê me jî, raya giştî ya demokratîk jî divê nekevin nava bendewariyên ne di cih de ne. Divê em bi vê zanibin, ev desthilatdarî li pey lîstikê ye. Li pey xapandinê ye. Lewma hewl dide hêza berxwedanê û îradeya gel bişikîne, bê bandor bike. Armanca xwe ev e.
 
Ji ber vê yekê divê pêngava azadiyê ya navneteweyî neyê sistkirin. Divê pêngava azadiyê ya navneteweyî hîn bêhtir bê mezinkirin û bi xurtî dewam bike. Eger îro dewlet neçar ma ku bihêle Omer Ocalan Rêbertî bibîne û di vê mijarê de hinekî sistbûn hebe, armanc ji vê yekê weke ku min got, hewldana ji bo rizgariya ji rewşa heyî ye, manewrayên taktîkî ye.
 
BERXWEDANA CIVAKÎ DIVÊ LI HER DERÊ BÊ KIRIN
 
Di vir de hêza xurt a pêngava azadiyê ya navneteweyî diyarker e. Teqez bi vî rengî ye. Bandora mezin a berxwedana gelê me heye. Bandoreke gelekî mezin a berxwedana gerîla heye. Bandoreke gelekî mezin a tevgera jinê, berxwedana jinan, berxwedana ciwanan heye. Ev berxwedan, ev têkoşîn hemû, asta azadiyê ya pêngavê rewşeke bi vî rengî afirand. Divê em vê yekê bibîne. Ji ber vê jî pêngava azadiyê ya navneteweyî divê hîn bi xurtî dewam bike. Berxwedana civakî divê li her derê bê kirin û bi rengekî mezin dewam bike.
 
Di heman demê de jin û ciwan divê bi xurtî pêşengiyê ji vê berxwedana civakî re bikin. Jin û ciwan divê bi rengekî gelekî xurt pêşengiyê ji vê seferberiyê re bikin. Heta ku encamê werbigire. Heta ku şert û mercên tenduristî, ewlekarî û azadiyê yên Rêber Apo bêne afirandin. Heta ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk were. Ji xwe dema ku Rêber Apo ji aliyê fîzîkî ve azad bû wê pirsgirêka Kurd jî bi rengekî demokratîk çareser bibe. Tirkiye jî wê demokratîk bibe. Demokrasî wê bê herêmê. Gel wê azad bibe. Mifte azadiya Rêber Apo ye.
 
DIXWAZIN QIRKIRINA KURDAN TEMAM BIKIN
 
Rewşeke trajîkomîk heye. Weke ku qalê tê kirin, pêvajoyeke çareseriyê nîne. Ev dewlet jî xwedî îradeyeke çareseriyê nîne. Di mejiyê xwe de guhertinek nîne. Di polîtîkaya înkar û îmhayê ya sed salî de guhertinek nîne. Berevajî guhertinê, di rewşa heyî de, mejiyê heyî yê dewletê, AKP ku vê dewletê temsîl dike, desthilatdariya AKP-MHP'ê ya ku rêveber e, hemû derfetên xwe seferber dike û dixwaze polîtîkaya qirkirina Kurdan a sed salî bibe encamê, temam bike.
 
Ev yek eşkere ye, li vê yekê mikur hatin. Lewma li holê mejiyekî çareseriyê yê vê dewletê, vê hikumetê, vê desthilatdariyê nîne, îradeyeke xwe ya çareseriyê nîne. Ya heyî polîtîkaya qirkirinê ye ku dewam dike. Ji bo vê polîtîkaya qirkirinê bi ser bixîne serî li rê û rêbazên şerê taybet û lîstikan dide. Divê ev pêvajo bi vî rengî bê dîtin, bê fêhmkirin. Li holê şerekî giran ê taybet heye.
 
Bi gelek lîstik, hîle, taktîk û manewrayan vî şerê taybet dimeşîne. Yanî divê em bi vî rengî bibînin. Di vê demê de çima gotinên bi vî rengî kirin? Ez ji vê yekê re nabêjim guhertina gotinê. Li holê guhertinek bi rastî nîne. Lîstikek, lîstika şerê taybet heye.
 
Çima gotinên bi vî rengî kirin? Divê ev gotin li gorî bûyerên li herêmê diqewimin bê nirxandin.
 
Herêm di pêvajoyeke gelekî cidî re derbas dibe. Bûyerên cidî hene. Li herêmê nexşe têne guhertin. Sînorên li herêmê têne guhertin. Li herêmê rewşeke cuda derdikeve holê. Li herêmê li ser bingeha berjewnediyên Îsraîlê, li ser bingeha pêkanîna ewlehiya Îsraîlê, li ser bingeha ewlehiya Îsraîlê herêm ji nû ve tê dîzaynkirin. Lewma her cûre derfet pêşkêşî Îsraîlê tê kirin, piştgirî jê re tê dayin. Îsraîl niha li herêmê şerekî emperyalîzmê yê mezin dimeşîne. Bi heman rengî NATO her cûre piştgiriyê dide dewleta Tirk. DYE her cûre piştgiriyê dide. Polîtîkayeke bi heman rengî ji aliyê dewleta Tirk ve di bi navê neo-Osmanî de li herêmê weke polîtîkayeke dagirkeriyê tê meşandin. Dewleta Tirk polîtîkayeke emperyal dimeşîne. Îsraîl û dewleta Tirk niha li herêmê polîtîkayên dişibin hev dimeşînin. Di nava hevrikiyeke gelekî cidî de ne.
 
TIRKIYE DI NAVA TIRS Û FIKAREKE MEZIN DE YE
 
Her dewletek bi piştgiriya ji NATO, Amerîka û Îngilistanê hewl dide hegemonya xwe li ser herêmê ava bike. Lê belê niha rewş bi vî rengî ye. Projeya Rojhilata Navîn a Mezin ku bi piştgiriya Îsraîl, Emerîka, Îngilistan û dewletên Rojavayî bi pêşengiya Îsraîlê tê meşandin, konsepta li ser herêmê di rewşa heyî de ji gelek aliyan ve Tirkiyeyê li derve dihêle. Gelek peymanên enerjiyê hatin çêkirin, Tirkiye li derve ma. Ji Hindistanê heta bi Derya Spî û Ewropayê li gelek herêman peyman hatin çêkirin, Tirkiye li derve ma.
 
Tirkiye ji vê yekê gelekî bi fikar e. Di nava tirs û fikareke mezin de ye. Polîtîka û stratejiya heyî ya li herêmê tê meşandin, biçûkbûna netewe dewletên li herêmê jî bi xwe re tîne. Dewleta Tirk niha di nava panîk û tirsa vê yekê de ye. Hewl dide Kurdan bixapîne, bê têkoşîn bihêle, bê bandor bike, muxalefeta li Tirkiyeyê bê bandor bihêle, bi vî rengî her kesî li kêleka xwe bi cih bike û ji tengaviyê bi zerareke kêm rizgar bibe. Hewl dide xwe rizgar bike. Dixwaze vê yekê jî bi şerê taybet, bi xapandinê, bi dek û dolaban bike. Lê belê nekarî vê bi demdirêjî bike. Çalakiya TUSAŞ'ê maskeya li ber rûyê wan yekser anî xwarê. Rûyê wan ê rast nîşan da.
 
ÊRIŞÊN LI SER ROJAVAYÊ KURDISTANÊ
 
Êrişên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wê berdewam bikin. Niha dewleta Tirk hesabê vê yekê dike. Îsraîl ket Lubnanê. Wê bikeve Sûriyeyê jî. Dema Îsraîl bikeve Sûriyeyê, Tirkiyeyê jî dibêje ez ê bikevim Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Tirkiye dibêje bi hêviya wê derfetê ez dikarim dest bi tevgereke mezin bikim. Kes ji min re tiştekî nabêje. Ev hemû êriş amadekariyên wî ne. Divê em vê jî bibînin."

Sernavên din

11:44 Îtîrazî girtina Ahmet Ozer hat kirin
11:17 Di hilbijartinan de Trump bi ser ket
10:49 Qeyûmê Mêrdînê weke karê ewil li pêşiya şaredariyê mobese bi cih kir
10:48 Doza kuştina Narîn Guran sibê dest pê dike: Gelek guman û pirs nehatine zelalkirin
10:43 Îrmez: Derdê wan ne çareserî, tesfiye ye
Tanhan: Bi vê îktîdarê re demokrasî nayê
10:33 Li Cizîrê zarokek bi lêdanê hate binçavkirin
10:21 Hevşaredar Demîr: Dem dema xwedîderketina li îradeya xwe ye
10:19 Hunermend: Li dijî qeyûman helwesta gelê Wanê divê
10:05 Besê Hozat: Em li pişt îradeya Rêber Apo ne
09:46 Kesên biryara wan a binçavkirinê hebû li malê nedîtin, bavên wan binçav kirin
09:25 Girtî Al: Em bi tacizê û heqaretan re rû bi rû dimînin
09:24 Hemşîreyekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
09:15 Li Sîncanê 4 girtî 54 roj in di greva birçîbûnê de ne
09:00 ROJEVA 6'Ê MIJDARA 2024'AN
08:16 Encamên hilbijartinên DYA’yê diyar dibin
08:12 Li Geverê ciwanan tayînkirina qeyûman protesto kirin
08:10 Li Mêrdînê li dijî qeyûm nobet hate girtin
08:07 Li Êlihê berxwedana ciwanan berdewam dike
07:57 Ciwanan li Qoserê bi fişekên hewayî qeyûman protesto kirin
07:53 Li Êlihê ji binçavkiriyan 29 kes hatin berdan
05/11/2024
22:15 Qoserî bi sirûda 'Herne Pêş' meşiyan
20:31 Li Êlihê bi hezaran kes li dijî qeyim meşiyan
19:44 Li Xelfetiyê meşa li dijî qeyim: Gel wê bêdeng nemîne
19:14 Gel li ber xwe dide: Em qeyiman nas nakin, em ê li ber xwe bidin
16:15 Ahmet Turk bersiv da Bahçelî: Bi gef û qeyûman diyalog nabe
16:03 Li Dihokê qirkirina daran
15:59 Li Êlihê gel li dijî êrişên polîsan li ber xwe dide
15:42 Hatimogûllari diçe Xelfetiyê
15:40 Ozgur Ozel: Biryarên tayînkirina qeyûman komploya siyasî ye
15:05 ‘Li dijî darbeya qeyûman wê berxwedana me bênavber bidome’
15:02 ‘Nobeta Demokrasiyê’ di roja duyemîn de didome
14:26 Olûç ji parlamenterên AKP’ê re got: Hûn desthilatdariyek darbekar in
14:25 Dosyaya Pexşan Ezîzî ji Dadgeha Bilind re hate şandin
14:11 Berxwedana Xelfetiyê: Wê gelê kurd teslîmî qeyûm nebe
13:54 Baroya Amedê ji bo betalkirina biryara qedexeyê doz vekir
13:53 Li dijî xespkirina îradeyê kampanyaya hashtagê hate destpêkirin
13:24 KCDP: Di mehekê de 48 jin hatine kuştin
13:23 Jinan piştî deklarasyona 25’ê Mijdarê li dijî qeyûm meş li dar xistin
13:22 Îmamoglû: Em li dijî sepanên antîdemokratîk ji îro ve dikevin nava tevgerê
13:14 Sonuk: Tenê gel dikare înîsiyatîfa rêvebirina şaredariyê ji me bistîne
13:11 Hatîmogûllari: Em ê li dijî derbeyê bênavber têbikoşin
Bakirhan: Heke hûn çareseriyê bixwazin, wê demê tecrîdê rakin û qeyûman paşve bikişînin
12:48 Serokê Baroya Bedlîsê yê berê hat binçavkirin
12:42 Berxwedana xelkê Êlihê ya li dijî qeyûm di roja 2’yan de didome
12:40 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:58 Li Xelfetiyê protestokirina qeyûm di roja duyemîn de ye
11:40 Ji Bahçelî daxuyaniya ‘ez li pişt gotina xwe me’
11:39 Derheqê Ahmet Ozer de lêpirsîneke din jî hate destpêkirin
11:35 Di hevdîtinên bûdçeyê de qeyûm hatin protestokirin
11:25 Deklarasyona 25'ê Mijdarê: Bi ruhê 'Jin, jiyan, azadî' biherikin kolanan
10:55 Li Mêrdînê 9 kes hatin binçavkirin
10:51 Salek û 15 roj ceza li strana kurdî hat birîn!
10:47 Li Amedê berteka li dijî qeyûm: Ji polîtîkayên îflas kirine encamek dernakeve
10:38 ‘Qeyûm kelemçekirina îradeya gel e’
10:24 Danişîna doza Emîne Şenyaşar hate taloqkirin
10:20 Banga têkoşîna hevpar: Dibe ku em qeyûm li Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê jî bibînin
10:17 Cara sêyemîn e ku qeyûm tayînî Şaredariya Êlihê tê kirin: Qeyûman Êlihê şêlandiye
10:15 Bîlançoya binçavkirinan
10:13 Îmamoglû li dijî qeyûm diçe Mêrdînê
10:02 Ciwanên Êlihê di tevahiya şevê de li ber xwe dan
09:59 Welatiyên li Mêrdînê di nobetê de: Ev der a me ye, bicehimin herin
09:40 Marcello: Xetereya herî mezin a li hemberî Rojava Tirkiye ye
09:38 Sicîla qeyûmên Mêrdînê: Bêusûlî, nelirêtî û derhiqûqîtî
09:00 ROJEVA 5'Ê MIJDARA 2024'AN
08:41 Li Amerîkayê îro hilbijartina serokatiyê pêk tê
04/11/2024
21:32 Stenbol li dijî qeyûm li ser pêyan e: Wê Kurdistan ji faşîzmê re bibe goristan
20:41 Ûçar: Tekane rê azadiya birêz Ocalan e
Beştaş: Faşîzma li Kurdistanê nikare bibe demokrasiya Tirkiyeyê
20:34 Li Êlihê herî kêm 60 kes hatin binçavkirin
20:32 Li Mêrsînê 6 kes hatin girtin
19:57 TJA: Em ê mafê xwe dîsa bi dest bixin
19:31 Li Xelfetiyê bi hezaran kes li dijî qeyûm meşiyan
17:07 Xelkê Êlihê li dijî qeyûm li ber xwe dide
16:25 DEM Partiyê daxwaza Îmamoglû erênî bersivand
16:24 Bertekên li dijî qeyûman mezin dibin: Em ê rê nedin qeyûman
16:07 Li Amedê bi hezaran kes li dijî qeyûman meşiyan
16:06 Gemîcîoglû sewqî ATK’ê hate kirin
15:40 Hevserokê Giştî yê HDP’ê Kirkazak: Roj roja mezinkirina berxwedanê ye
15:30 Meclisa Şaredariya Êlihê civiya: Kolan ên me ne
15:25 Hatîmogullari: Tu derdê van ê 'aştiya navxweyî' tune
Bakirhan:Dîsa înkara kurdan plan kirin
15:12 Li Êlihê qeyûm hat protestokirin: Em ê serî netewînin
14:46 Li Mêrsînê li dijî qeyûm meş hat lidarxistin
14:43 Ozel: Ez ê li cem Ahmet Turk cih bigirim
14:23 CHP dê tev li xebatên Meclisê nebe
14:21 Raportorê PE’yê bertek nîşanî qeyûm da: Êrişeke li dijî demokrasiyê ye
14:15 Bayindir: Em ê her bihosta xaka Kurdistanê veguherînin cihê berxwedanê
14:09 Li Wanê çalakiya rûniştinê: Em ê berxwedana Wanê nîşanî we bidin
14:07 Uçar: Ên ku rewatiya wan nemaye darbeyê dikin
14:02 Omer Ocalan: Ma hûn dê yekitiya navxweyî wiha çêbikin?
13:30 Qeyûm weke karê ewil wêneyê Erdogan daliqand
13:25 Tu eleqeya lêpirsîna hatiye destpêkirin bi hevşaredar Karayilan re nîne!
13:21 Jinên êlihî bertek nîşanî qeyûm dan: Em ê li dijî qeyûm li ber xwe bidin
13:18 Li Mêrdînê bangî muxalefetê kirin: Divê em milên xwe bidin hev û berxwedanê mezin bikin
12:57 Ji bo meşa li dijî qeyûm a li Amedê banga tevlibûnê hate kirin
12:19 DEM Partî dê civîna koma xwe li Mêrdînê li dar bixe
12:09 Li şûna hevşaredara bi rêjeya herî bilind hatiye hilbijartin qeyûm tayîn kirin
12:03 ‘Em ciwanên Kurdistanê vedixwînin berxwedanê’
12:01 DBP: Li dijî vê zordestiyê em ê heta dawiyê li ber xwe bidin
11:49 Jin li dijî qeyûm li ber xwe didin: Tu hukmê vê biryarê ji bo me tune ye!
11:49 Darbeya 4’ê Mijdarê bi polîtîkaya qeyûm didome
11:34 Dosyaya ku biryara neşopandinê hatibû dayin kirin hinceta tayînkirina qeyûm
11:32 Koçyîgît: Îroj roja berxwedanê ye