Ezîzê Cewo: Dîroka zerdeştî dirêjî Medan dibe

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Kurdolog Ezîzê Cewo destnîşan kir ku derheqê zerdeştiyê de gelek guhertin ango tehrîfat hatine kirin û dîroka vê baweriyê girê dide Medan. 
 
Di derbarê dîroka kurdan de gelek mijar hêj ne zelal in. Bi sedan salan e dîrok û nasnameya kurdan di bin dagirkeriya dewletan de maye û van dewletan her tim nasnameya kurdan wek tehdît dîtine. Dewletan her tim rêbaza ku kurd tune ne bikar anîne. Li gorî daxwaza hegomanan dîrok hat nivîsandin. Li ser hilberîna “zeka”, tehrîfat (guhertin), berevajîkirin û manîpulasyonan hat sazkirin. Vê rêbazê di derheqê baweriya zerdeştî de jî bikar anîn û sepandin e. Kurdologê Sovyetê Ezîzê Cewo (Mamoyan) div ê mijarê de li dijî tehrîfatan lêkolînên girîng kiriye û dike. Di berhema xwe ya bi navê “Di Rûpelên Dîroka Winda de Pêxember Zerdeşt” de li ser jiyana Zerdeşt, dema wî û pêşketina dîrokî ya Avestayê agahiyên kêrhatî pêşkêş dike. Ezîzê Cewo nemaze çavkaniyên rûsî û ermenkî bi hûrgulî lêkolîn dike. 
 
BAWERIYA ZERDEŞT BI TEHRÎFATAN RE RÛBIRÛ MAYE 
 
Cewo derbarê pirtûka xwe ya dawî de agahî dan û wiha got: “Navê pirtûkê divê bala xwendevanan bikişîne. Divê bala wî bikşîne ser bingeha lêkolînê. Ji ber vê yekê divê ne tenê sernavek be. Divê ew mijara bingehîn an sereke ya pirtûkê be. Ya rast dema ku min sernav danî, min bi hêrseke wiha diyar nekir. Di destpêkê de ez li şûna “winda” peyvên wek “dizî” an “çelipandin” fikirîm. Demekê min ev sernav jî plan kir: “Pêxemberê Zerdeştî: Ma em Hemî Rastiya Wî Dizanin?” Di bin vê sernavê de gelek gotar hatin weşandin. Lê belê paşê min dev jê berda. Min fikir kir ku yek ji sernavên jorîn dibe ku bandorkertir be û li ser peyva "winda" biryar da. Ji ber ku ev sernav objektîftir, berfirehtir û watedartir xuya dikir. Hinek dipirsin "çima bi taybetî 'wenda' ye, ma di van du sedsalên dawî de li ser vê mijarê gelek lêkolîn nehatine kirin?
 
Belê hatine kirin. Lê nivîskar, zanyar, wênesaz, muzîkjen tenê li ser bingeha felsefî ya vê baweriyê û girîngiya wê ya di cîhana ramana mirovahiyê de sekinîn. Koka dîrokî ya baweriya îroyîn û jiyana pêxemberê Zerdeştî pir kêm bala wan kişandiye. Di bin bandora dîwana Persan de, bi agahiyên berevajî û berovajî yên “çîroknûsan” têr bûn. Ew tenê bi eslê vê baweriyê û “rûmeta” pêxemberê Zerdeştî re mijûl dibûn. Ji ber vê yekê çîroka jiyana Zerdeşt û dîroka welatê ku lê jiyaye her tim bi efsane û çîrokan hatiye nixumandin. 
 
Divê mirov rastiyê bi tevahî zanibe. Bi taybetî divê baş zanibin ku daneyên dîrokî ji aliyê kê ve û çawa tên berevajîkirin. Ev pirtûka ku min amade kiriye, di vî warî de destpêkek e. Tevlihevkirin di bin vekolîneke dîrokî û zimanî de tên kirin û ji bo hemûyan li bersiveke zanistî tê gerandin. 
 
KOK DIGÎHÎJE MEDAN 
 
Cewo bal kişand ser dîrok û koka Zerdeştiyê û wiha berdewam kir: “Piştî lêkolînên gelek salan ez dikarim bibêjim ku Zerdeştî li Medya ango di serdema Medan de derketiye holê û belav bûye. Med, yanî proto-kurd, di nav kesên pêşî de ev ol qebûl kirine. Di vê wateyê de, di sala 1907 de di ferhenga ansîklopedîk a ku ji aliyê F.A. Brockhaus û Î.A. Efron ve hatiye amadekirin de hatiye nivîsandin ku Zerdeştî oleke kevnar a gelên Îranê ye. Li gorî vê yekê pêşî Med û Baxtrî, pişt re jî Pers, Akamenî û Sasaniyan ev ol qebûl kirine. 
 
Di nav van gelan de tenê Kurd hin jî hinek motîf û hêmanên baweriya Zerdeştiyê diparêzin. Ne agir, ne şûr, ne wêranî û ne jî dagirkeran nikaribûn vê baweriyê ji bîr û jiyana manewî ya kurdan derxin. Bi taybetî jî di nav kurdên êzidî de mirov dikare rastî şopên vê olê were. Di vî warî de divê peyvên êzidî û yezidî bi hev re neyên tevlihevkirin. Êzdî kurdên ku di serdema berî Zerdeştî de ji êzîdiyan in. Li aliyê din yezidî jî li pey Sufî Îslam in. Nasnameya wan a etnîkî bi giranî ereb e. Loma jî yezidî dibêjin, ‘em ne kurd in’. Bi taybetî jî piştî ‘reforma’ Şêx Adiyî, êzdîtî veguherî mezhebeke îslamî, ango ‘yezidîtî’. Bingehên Êzidiyatiyê hatine xerakirin an jî hilweşandin. Lê dîsa jî di êzdiyatiya sûfî de mirov dikare bi hin şopên Zerdeştiyê re rûbirû bimîne. Mînak di nimêjên bi navê ‘qewl’ de hin motîf hene. Di vê çerçoveyê de em van motîfan di helbestên îlahî ‘Ragihandina Zerdeşt’ û ‘Zerdeştî Diaxive’ de dibînin. Ji bo nimûne, li vir risteyek wiha ye:
 
Zerdeşt got: ‘Ya Xwedê tu xwedayî!’ 
Tu layîqê medih û senayî, 
Tu kesê bêkesa yî, 
Tu mefera bê meferayî!”
 
MA / İsmet Konak