MÊRDÎN - Hevşaredarê Mêrdînê Ahmet Turk daxuyaniya Devlet Bahçelî nirxand û got: “Bi gef û guran û qeyûman diyalog nabe. Kes nikare me îstîsmar bike. Kurd îro polîtîze bûn e. Kurd dizanin çi dixwazin.”
Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk mijarên di rojevê de û daxuyaniya Serokê MHP’ê Devlet Bahçelî ya der barê xwe de nirxand.
‘KES NIKARE ÎSTÎSMAR BIKE, KURD DIZANIN ÇI DIXWAZIN’
Ahmet Turk diyar kir ku Devlet Bahçelî îro di komcivîna xwe de îdia kiriye ku li ser wî “îstîsar” tê kirin û destnîşan kir ku tenê xeyalek wî heye ku rojekê li welat aştiy3e pêk were. Turk wiha got: “Em dixwazin jiyaneke bi rûmet misoger bikin. Bi salan em ji bo vê têdikoşin. Em bi rastî jî xwe mecbûr dibînin û pêdiviya me bi her cure însiyatîfên ku Tirkiyeyê ji vê kaosê rizgar bikin heye. Ji bo me ya girîng ew e ku hawirdora diyalogê ava bikin. Eger ev yek pêkan be, em li vir in ku bi hemû aliyên siyasî yên Tirkiyê re bicivin û biaxivin û ji bo çareseriya pirsgirêkê formulek çêbikin. Heke bi rastî jî sibê bi pêkanînên xwe ji bo çareseriya pirsgirêkê û siberoja demokratîk bixebitin em ê bi birêz Bahçelî re jî hevdîtinê bikin. Ji ber vê yekê ti kes ne di wê rewşê de ye ku me îstîsmar bike. Kurd îro miletekî polîtîk in. Kurd dizanin çi dixwazin. Kurd xwedî wê hişmendî û hêza ku têbigihêjin kîjan proje projeyek demokratîk e an bi rastî projeyek nedemokratîk e. Ji ber vê yekê îstîsmar tune ye. Lê pratîkeke rast bi rastî dikare di navbera hemû aliyên siyasî yên Tirkiyeyê de hawîrdoreke diyalogê çêbike û bigihîne asteke ku tevkariyê li çareseriyê bike.”
‘EM JI BO DIYALOGÊ AMADE NE’
Turk axaftina wiha domand: “Me tim destê xwe dirêj kir. Lê belê di destê wan de şivek heye û bi destê din ku silavê didin me nikarin pirsgirêkê çareser bikin. Ya ku em dixwazin bibêjin ev e. Şiv ango darê di destê xwe de deynin û paşê destê silavdayînê dirêjî me bikin. Em jî amade ne ku bi destê we bigirin. Em ji bo diyalogê amade ne. Di vî warî de em siyasetê li gorî daxwazên gelê xwe dikin, ne di bin bandora ti aliyekî de ne. Em ji bo daxwazên gelê xwe bi cih bînin têdikoşin. Armanca me qet kursî û wezaret nîne. Armanca me ew e ku gelê me bigihêje aştiyeke bi rûmet. Em ji bo vê yekê têdikoşin û em ê têkoşîna xwe bidomînin."
‘DI DESTEKÎ DE ŞIV DI DESTEKÎ DE QEYÛM HEBE, ÇARESERÎ ÇÊNABE’
Ahmet Turk têkildarî daxuyaniya xwe “desthilatdariyê hin tiştên ku xwestin bi dest nexistin” a ku duh di weşana televîzyonekê de kiribû wiha got: “Ew şîrove û texmîna min a şexsî ye. Ne ji bo ku min ji cihekî agahî girtiye, min wê got. Wek siyasetmedarekî min xwest wisa şîrove bikim.”
Turk bi gotinên “em dişopînin û li bendê ne” daxuyaniya Bahçelî bersivand û wiha got: “Wek ku min destpêkê jî got, di destekî wan de şiv ango dar û bi destê din jî nikarin pirsgirêkê çareser bikin û diyalog jî wisa çênabe. Divê beriya her tiştî em viya bibînin.”
‘EM QÎMETÊ DIDIN SILAVDAYÎNÊ’
Turk destnîşan kir ku divê helwest û pratîka desthilatdariyê hev bigire û li ser daxuyaniyên Devlet Bahçelî û Erdogan jî wiha got: “Helwest û pêkanînên-partîkên wan li hev nakin. Di pratîkê de çi ye? Ew ê çi bînin? Çi ji me dixwazin? Ew li ser vê yekê çi difikirin? Bêyî ku em vana nebînin û li ser wan diyalogê çêkin kes nikare pir tiştan bibêje. Lê belê me ji roja ewil ve ev tişt got; Em qîmetê didin destê ku dirêjî me hat kirin, lê di pratîkê de em ê bi çi re rû bi rû bimînin de agahiya me tune ye. Di vî warî de rê û rêbazeke çawa dişopînin? Vê yekê jî rave nakin. Ev tê wê maneyê ku li ser vê mijarê mecbûrî bêdeng dimînin û li bendê dimînin. Em wisa li meseleyê dinêrin. Tevî ku kesayetiya hiqûqî ya partiya min heye jî lê ez van ne li ser navê partiyê dibêjim.”
'TIŞTEK LI SER SIFRÊ NÎN E’
Turk da zanîn ku gelê kurd li dijî polîtîkayên tepisandinê her daîm îradeya xwe nîşan daye û daniye holê û wiha axivî: “Em bi feraseteke ku hewl dide vê îradeyê bişkîne re rû bi rû ne. Bi giştî polîtîkayeke ku dixwazin kurdan bêdeng bikin û bitirsînin dişopînin. Ev polîtîka berdewam dike. Lê wek me got, em ê tu carî hêviya xwe ya ji bo aştiyê û ne jî pêkanîna xeyalên xwe winda nekin. Em ê hêviya xwe mezin bikin û hewl bidin ku wê mezin bikin. Ji ber vê sedemê, em ê li hêviya çi bin, ew ê maseyek çawa be, dê tiştek li ser masê hebe, dê tenê mase vala be? Em ê vê yekê bi demê re bibînin. Îro şorbeyek jî li ser sifrê tune ye. Li gorî vê yekê partiya me û aliyên demokratîk wê fikrên xwe deynin holê.”
MA / Ahmet Kanbal - Omer Akin