DERSIM - Di bîr anîna ji bo nivîskar Haydar Işik a li Dersimê hat lidarxistin de keça wî Yuksel Mûtlû axivî û bi lêv kir ku bavê wê heta bêhna xwe ya dawî ji bo gelê kurd têkoşiya.
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Komeleyên Elewiyan ên Demokratîk (DAD), ji bo nivîskar Haydar Işik ê di 17’ê Kanûna 2021’an de jiyana xwe ji dest da, li salona konferansê ya Şaredariya Dêrsimê çalakiyeke bîr anînê li dar xistin. Di bîranînê de Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk, zarokên Işik Yuksel Mûtlû û Mûrat Işik, Parlamenterê HDP'ê yê Dêrsimê Alîcan Onlu, rêveberên DAD, HDP’ê û Partiya EMEK'ê û gelek kes amade bûn.
‘LAWÊ KURD Û KURDISTANÊ BÛ’
Piştî deqeyek rêzgirtina ji bo bîranîna Işik, Endamê Meclîsa HDP'ê Nesîmî Aday çîroka jiyana Işik xwend. Piştî nîşandana sînevîzyona ji axaftin û wêneyên Işık pêk dihat, Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk axivî. Ozturk, destnîşan kir ku kurd bi hişmendiyeke dagirker re rû bi rû ne û wiha got: “Bi polîtîkayên qetil kirin, sirgun kirin, girtin û pişaftinê dixwazin em dest ji çand û zimanê xwe berdin û nasnameya xwe ji bîr bikin. Ji ber vê yekê bi sedsalan e êrişan didomînin. Bi taybetî jî li Dersimê li dijî van êrişan berxwedaneke cidî hatiye nîşandan. Haydar Işik jî weke lawê kurd û Kurdistanê, mamosteyekî ku li dijî feraseta koledar a li ser gelê me yê mezlûm tê ferzkirin, nîşan dide ku divê sekneke bi rûmet a parastina azadiyê hebe. Em di kesayeta Sarayan û Haydar Işikan de vê sozê didin: Têkoşîna me wê heta dawiyê ji bo Kurdistana azad û kurdên ku hûn ji bo wan têkoşiyan wê bidome.”
‘JI BO GELÊ KURD TÊKOŞIYA’
Keça Işik, Yuksel Mûtlû jî bi lêv kir ku Işik heta behna xwe ya dawî ji bo gelê kurd û Dersimê têkoşiya û wiha got: “Dema nexweş dibû jî her tim pirsên ‘Li Dersimê çi heye? Li Kurdistanê çi dibe?’ dikir. Digot divê em xwedî li xwezaya xwe, li axa xwe, li baweriya xwe, li zimanê xwe, li netewê xwe derkevin. Ne mirovekî ku tenê biaxive û li mala xwe rûne bû. Her tim dixebitî. Têkoşîn û jiyana wî ya 84 salan ne vala bû. Wesiyeta bavê min ew bu ku li rex dayika xwe were veşartin. Ji ber êrişên ser goran, bê rêziya li dijî miriyan, bûyera derxistina cenazeyê dayika Aysel Tûglûk got ‘ez naxwazim biçim ser axeke wisa. Dema axa me azad bû, aştî û aramî hat min li cem dayika min veşêrin’.”
Çalakiya bîranînê, bi guhdarkirina stranên ku Işik jê hez dikir bi dawî bû.