MANÎSA - Cemîl Dagdelen anî ziman ku di çanda kurdî de bilûr xwedî cihekî girîng e û got: "Enstrumana ku dengêbjiyê aniye vira, bilûr e. Tiştekî wekî girînê, wekî qîrînê ye. Di heman demê de serîrakirin e jî."
Bilûr ku hema bibêje dîroka wê û mirovahiyê di heman temenî de ye, di çanda kurdî de xwedî cihekî gelek girîng e. Bi hezaran sal e hevrêtiya kilaman û dengbêjan kiriye. Bilûrvan Cemîl Dagdelen (45) ku li gundê Qerejdax ê navçeya Sêwreg a Rihayê mezin bûye, bi salan e li ser bilûr hûr dibe. Dagdelen, di 10 saliya xwe de li bilûrê xistiye û paşê di komên muzîkê de yên ku wî tê de cih girtinê pêşvetir biriye.
Dagdelen, di navbera 1998-2004'an de li Wêranşarê di bin banê Navenda Çandê ya Mezopotamyayê (NÇM) de dest bi xebatan kiriye û di navbera 1999-2007'an de Koma Qerejdaxê û di navbera 2007-2020'î de jî koma xwe Koma Neva ava kiriye. Di sala 2020'î de piştî pandemî belav bûye, Dagdelen jî wekî gelek muzîkjenan bandor jê girtiye û piştî nikaribûye bixebite di Gulana 2021'ê de berê xwe daye navçeya Tûrgûtlû ya Manîsayê. Dagdelen, li vira di fabrîkeyekê de dixebite.
HOSTE Û ŞAGIRD
Dagdelen ku di 10 saliya xwe de gava şivan bûye dest bi lêxistina bilûrê kiriye, anî ziman ku li herêma wan her kes li bilûrê dixe. Dagdelen, destnîşan kir ku gava behsa Qerejdaxê tê kirin mirov nikare bêyî bilûrê Qerejdaxê bîne ber çavê xwe û got: "Li Qerejdaxê bilûr bi teknîka diran tê lêxistin. Şivanan li kêlekek kulavên xwe cihek ji bo şiva xwe, li kêleka din jî cihek ji bo bilûra xwe çêdikriin. Mesela li herêmê Quno hebû, her kes wî nas dike. Bavê min jî lêdixist. Me jî li wan nerî û em bi awayekî spontane hîn bûn. Me tu perwerdehî negirt. Ger em dîroka dawî ji nav serdema kurdan derxînin, hema bibêje muzîka nivîskî tune ye. Bi awayê hoste-şagird hatiye."
XWEZA
Dagdelen, destnîşan kir ku tingîniya bilûrê tingîniyek pir cuda ye. Dagdelen, bilêv kir ku ji xeynî bilûrê li baxleme û enstrumanên din jî dixe, lê wekî bilûrê tahmê ji entrumanên din nastîne. Dagdelen got: "Bilûr, enstrumaneke ku pêwendiya wê bi xwezayê, heywanan û tevahiya gerdûnê re heye. Heya sî sal berê jî li gor çanda her herêmekê cuda lê dihat xistin û tahma wê pir cuda bû. Dawetên 3-4 rojan dewam dikirin tenê bi bilûrekê bûn. Niha jî hene, lê tahma wan ne wekî yên berê ne. Bi hesta ku serdemê li me peyda kiriye, hatiye asteke ku naveroka wê pûç bûye. Metabûyîn li her derî ye. Bi derketina amûrên teknîkî, êdî hesteke wê nemaye. Berê hestên her kesî di wê bilûrê de bûn."
GIRÎNGIYA WÊ DI ÇANDA KURDÎ DE
Dagdelen, destnîşan kir ku bilûr di muzîka kurdî de xwedî cihekî girîng e û got: "Di çanda kurdî de, belkî jî ya ku dengbêjî û muzîka kurdî aniye vê astê bilûr be. Tiştekî wekî girînê, wekî qîrînê ye. Di heman demê de serîrakirin e jî. Belkî jî kurdan wan eziyetên bi hezaran salan nikaribûna bi ensturumaneke din bianiyana zimên. Dengê bilûrê, hesta tê de pir cuda ye. Di dîroka kurdî de pir girîng e. Gava yekî li bilûrê bixistana me digot, bê ka ji me re dibêje çi. Hestek wê hebû. Ji aliyekî ve jî amûreke ragihandinê bû. Me ji dengê bilûrê tê derdixist bê ka kî li ku ye. Ji lew re her kesî bi strana hev dizanibû."
Dagdelen, destnîşan kir ku di salên 90'î de eleqeya ji bo bilûrê hêdî hêdî kêm bûye û got: "Ji bo kurdan vegera li bilûrê, vegera li xwebûna xwe ye."
Her wiha Dagdelen, anî ziman ku ji bo eleqeya ji bo bilûrê cardin çêbibe divê hin kes pêşengiyê bikin.
NIHA DI FABRÎKEYEKÊ DE DIXEBITE
Dagdelen, diyar kir ku ji ber pandemiyê navber daye muzîkê û di dawiya axaftina xwe de ev tişt gotin: "Ez jiyana xwe bi muzîkê didomînim. Lê bi hatina pandemiyê re derba ewil li sektora muzîkê ket. Lewma min dev ji dawetan berda. Ji bo debara xwe bikim, ez ji Wêranşarê hatim Tûrgûtlûyê. Niha li vir di fabrîkeyekê de dixebitim. Her wiha ji bo ji bîr nekim jî li malê tim li bilûrê dixim."
MA / Tolga Guney