Panela di wêjeyê de zayendiya civakî hat lidarxistin

img
 
AMED - Li Amedê panela "Ziman û Jin" û "Felsefeya Mêhrî-Mîtra û di wêjeya kurdî de zayendiya civakî" hat lidarxistin. 
 
Komeleya Wêjakarên Kurd, li semta Ofîsê ya Yenîşehîr a Amedê li Payiz Pirtûkê panelek li dar xist. Panel bi moderatoriya Zozan Gulan û bi beşdarbûna nivîskar Xecê Şen û helbestvan Leyla Saraç hat lidarxistin. Şen, li ser "Felsefeya Mêhrî-Mîtra û di wêjeya kurdî de zayendiya civakî" û Saraç jî li ser "Jin û Ziman" axivî." 
 
ZIMAN Û JIN
 
Di destpêkê de helbestvan Leyla Saraç axivî. Saraç, anî ziman ku dema ziman diçe dîrok jî, çand jî û nasname jî diçe û got: "Ê ku ziman ava dike jî jin e. Ji ber ya ku zarokan mezin dike jin e, jin civakê ava dike. Civak jî, ziman jî girêdeyî jinê ne. Îro yên ku civakê û ziman pêş dixin jin bi xwe ne. Îro em nikarin ziman û dayikê ji hev du qut bikin.” 
 
Saraç, di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser tepisandina jinê jî û got: "Piştî Neolotîkê jin bindest kirin. Xwestin dengê jinê qut bikin. Ji bo jin dengê xwe dernexîne, hişmendiya serdest bendîtiye ava kir.” 
 
FELSEFEYA MÊHRÎ-MÎTRA
 
Piştî Leyla Saraç, nivîskar Xecê Şen axavî. Şen, di axaftina xwe de bal kişand ser mijara ‘zayendî di hunerê de' û li ser politikayên qirkirin û asîmilasyonê sekinî. 
 
Şen got: "Her çi qas ev politika hebin jî, lê li hember vê yekê kurdan bi her awayî li ber xwe dan.” 
 
Şen têkildarî pirtûka xwe ya bi navê "Hûmitra"yê de jî ev tişt gotin: “Mihrî-Mîtra her çi qas ku wek dînekî bê pênasekirin jî di bingeha xwe felsefe ye, huner e."
 
Şen got: “15 perestgehên Mêhrî-Mîtrayê hene. Ez li van perestgehan geriyam. Lê hin jin wan hê jî ji jinan re qedene e. Ew qedexeya berê niha jî bi heman rengî didome." 
 
Şen, destnîşan kir ku di asasê xwe de wêje, huner di civakê de çibe civak jî bi wî rengî ye.
 
Panel bi pirs û bersivan va berdewam kir.  
 
Piştî pirs û bersivan nivîskaran pirtûkên xwe îmze kirin.