NAVENDA NÛÇEYAN - Akademîsyen Firat Sozerî diyar kir ku gelek weşanxane peyvên “Kurd” û “Kurdistanê” bi awayekî sîstematîk sansûr dikin. Sozerî got ku Weşanên Çandê yên Îş Bankasiyê jî di gelek çapên xwe yên pirtûka Puşkîn a “Rêwingiya Erziromê” de ev peyv sansûr kirine.
Ji destpêka damezirandina komarê heta niha peyvên kurd û Kurdistanê her tim ji hêla weşanxaneyên Tirkiyeyê ve hatin sansûrkirin. Mîna sansûra Weşanên Can’ê ya li ser peyva “Kurdistanê”, derket holê ku Weşanxaneya Çandê ya Îş Bankasiyê jî peyvên “Kurd” û “Kurdistanê” sansûr kirine. Pirtûka helbestvanê rûs Aleksandr Puşkin a bi navê “Di Sefera 1829’an de Rêwingiya Erziromê”, ji hêla Ataol Behramoglu ve hatibû wergerandin. Derket holê ku di gelek çapên wergerê de peyva “Kurd” û “Kurdistanê” hatine tehrîfkirin. Gotara Puşkîn a bi navê “Nîşeyeke li ser Mezheba Êzdatiyê” ku li dawiya pirtûkê hatiye kirin jî ji vê sansûrê para xwe girtiye. Akademîsyen û wergêr Firat Sozerî ku bûyera sansûrê ji serî heta dawiyê vekoland, pirtûka Puşkîn dîsa wergerand. Pirtûka Sozerî di weşanên Toz’ê de der çû. Têkildarî mijarê Firat Sozerî bi ajansa me re axivî.
Firat Sozerî da zanîn ku pirtûka behsa xeberê heta niha ji hêla 7 weşanxaneyan ve hatiye çapkirin û wiha domand: “Di hemû wergeran de jî beşên derheqê kurdan de hatine sansûrkirin an jî hatine tehrîfkirin. Ne bawerim Zekî Baştimar bi zanebûn sansûr kiribe. Nexwe dê di gotara ‘Nîşeyeke li ser Mezheba Êzdatiyê’ de jî peyvên ‘Kurd’ û ‘Kurdistan’ sansûr bikira.”
‘BERSIVA BEHRAMOGLU CIDÎ NÎNE’
Sozerî di berdewamê de anî ziman ku bi taybet di metnên tirkî yên dîrokî de peyvên “Kurd” û “Kurdistan” li gorî bîrdoziya fermî hatine sansûrkirin û wiha domand: “Gelek peyvên mîna wan jî bi awayekî sîstematîk hatine sansûrkirin. Mekanîzmaya sansûrê wiha ye; heke pirtûkeke ku peyvên ‘bifikare’ tê de hebin, metn hêj di serî de ji weşanê tê derxistin. Heke neçar bin ku pirtûkê biweşînin, wê demê li rastî oto sansûra wergêr, edîtor an jî redektor tê. Ji bo pirtûka navborî min xwest bi Behramoglu re biaxivim. Lê min nekarî xwe bigihijînimê. Di çapa 7’emîn a pirtûkê de min xwe gihandin akademîsyen Candan Badem ku edîtoriya wê kiribû. Wî jî digot, di çapa edîtoriya wî de ev peyv hatine bikaranîn lê ji ber ku gotara Nîşeyeke li ser Mezheba Êzdatiyê ne gotara Puşkîn e, li pirtûkê nehatiye zêdekirin. Dibe ku gotar a Puşkîn nebe lê ji ber ku li pirtûka xwe zêde kiriye, nabe ku ew gotar neyê bicihkirin. Parastina Behramoglu jî cidî nîne. Yek ji mijara herî balkêş ew e ku dibêjê haya min ji gotarê nîne. Lê di di çapa yekemîn a pirtûkê de qala vê gotarê tê kirin. Lewma ne mimkine ku haya wî jê nebe.”
KARMENDÊN SANSÛRÊ
Akademîsyen Sozerî axaftina xwe wiha xelas kir: “Gelek rewşenbîr û akademîyen, ji ber bîrdoziya fermî û rewşa siyasî, carnan mîna karmendên sansûrê tevdigerin. Vê yekê jî qet bo xwe nakin xem. Ji bo ku ev çerxa ew jî bûne mexdûrên wê bigere, di gelek rewşan de dilsoziya xwe nîşan didin. Lê di van demên dawî de xwîner li ser vê mijarê hesas tevdigerin û ev jî dike ku em halê wan yê nesansûrkirî bixwînin. Heke weşanxaneyên xweser pêş bikevin, dibe ku rê li ber van weşanxaneyên burjuwaziyê bên girtin. Gelek pirtûkên Şklovskî li tirkî hatine wergerandin. Gelo çima pirtûka wî ya bi navê Rêwingiyeke Hestiyar newergerandin? Bersiva vê gelek hêsan e. Ji ber ku di pirtûkê de gelek deveran qala kurdan tê kirin. Ji bo wergerandina vê pirtûkê xebatên min didomin.”
MA / Îsmet Konak