Çand û Huner
AMED - "Rojên Muzîkê" yên 4'an ên Akademiya Ma Musîcê di roja sisêyan de bi performansa şagirtên akademiyê bi dawî bû.
"Rojên Muzîkî" yên 4'an ên Akademiya Ma Musîcê ku îsal diyarî Egîdê Cimo hatin kirin, di roja 3'yan de bi perfrormanseke enstrumanî ya şagirtên akademiyê bi dawî bû. Çalakiya roja dawî li Şanoya Bajêr a Amedê ya li navçeya Peyas a Amedê hat lidarxistin. Ji xeynî malbatên şagirtên akademiyê gelek kes tevli çalakiya Rojên Muzîkî ya Ma Musîcê bûn.
‘MUZÎK JI BO ME BERXWEDAN E'
Beriya şahiyê perwerdekarê akademiyê Şêrko Kanîwar axivî. Kanîwar behsa çalakiyên Rojên Muzîkî kir ku bê çawa amade kirine. Kanîwar got: "Di çalakiyên me yên duh na pêr û duh de ji ber ku cih tune bû, gelek mirov vegeriyan. Me jî dixwest em li hêwanên mezintir li dar bixin, lê hêwanên me ji dest me derxistin. Xwestin em zarokên me bê muzîk bimînin. Lê dika me ya herî mezin dilê zarokên me ye û em ê tu carî zarokên vî welatî bê muzîk nehêlin. Ev tenê ne dirûşmeyek e. Ev di heman demê de ji bo me berxwedan e. Em ê her tim bi zimanê xwe û çanda xwe li axa Kurdistanê hebin."
Piştî axaftina Kanîwar şagirtên akademiyê bi santur, baxleme, flut, keman, erbane, bilûr û enstrumanên din performansa xwe nîşan dan. Performansa şagirtên temenê wan di navbera 7-15 salan de temaşevanan heyr û hejmetkar hişt. Temaşevanan tim li çepikan xistin.
Piştî performansan kulîlk diyarî perwedekarên akademiyê hat kirin. Rojên Muzîkê yên Ma Musîcê bi strana "Kurdistan çi xweş e" bi dawî bû.