AMED - Nivîskar û mamosteyê zimanê kurdî Adil Qazî diyar kir ku gelek ziman li hemberî polîtîkaya pişaftinê tune bûne û wiha got: “Lê gelê kurd bi saya berxwedanê, hebûna xwe parast.”
Hemî netewe, bi munasebeta 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê cejna zimanê xwe pîroz dikin. Ev roj, bi taybet jî ji bo neteweyên bindest xwedî wateyeke girîngê. Gelê kurd jî ji bo ku zarokên wan perwerdeya xwe bi zimanê dayikê bibînin, têdikoşe. Xebatên saziyên zimên ên ji bo mijara behsa xeberê jî bênavber didomin. Têkildarî mijarê niviskar, mamosteyê zimanê kurdî û endamê Pena Kurd Adil Qazî ji ajansa me re axivî.
Adil Qazî bal kişand ser înkar û qedexeyên li ser zimanê kurdî û wiha got: “Di dema dibistanê de mamosteyên me henekên xwe bi zimanê me dikirin. Di destê wan de her tim ‘ço’ hebû û li ser serê me digerandin. Ne mamostetî lê cendirmetî dikirin. Hêj ji wê demê ve me ferq kir ku ew me nas nakin. Ji ber wê jî kurdbûn, ji bo me ne tercîhek lê pêwîstiyekî xwebûnî bû. Rastê li her dere zilm, xwînmijî heye. Lê rewşa me kurdan hêj xerabtir e. Apê Mûsa di bîranînên xwe de dibêje ku ji bo her peyveke kurdî, dewletê ji wan 5 quriş pere distend. Dema rojekê bi kerê xwe re diçû bajêr, cendirmeyan jê re gotiye; ‘kerê te bi kurdî ziriya ye.’ Anku pişaftin gihiştiye astekî wiha.”
‘BERXWEDAN Û TEKOŞÎNA BÊHEMPA’
Di berdewemê de jî Qazî qala têkoşîna gelê kurd a li dijî vê çerxa pişaftinê kir û wiha domand: “Bi rastî jî ew pergal, tiştekî sosret e. Li dijî zext û zordariyê gelek netew ji holê rabûn. Lê gelê kurd hem di hêla çekdarî û hem jî ya demokrasî û civakî de pir mezin li ber xwe da. Ji bo ku bi zimanê xwe biaxive bedel dide, canê xwe dide. Ji vê mezintirîn berxwedan nînin. Heke ev berxwedane nebûya, niha tiştekî aîdî me li holê nedima. Li hemberî pişaftinê gelek netew tune bûn lê kurdan bi saya berxwedanê, hebûna xwe parast.”
‘MIN DI NAV ÇAR DÎWARAN DE XWE NAS KIR’
Qazî da zanîn ku di sala 1993’yan de li Swêdê hatiyê girtin û wiha qala wan rojan kir: “Em neçarî têkoşînê kirin. Bi qasî hêza xwe, me jî di nava tevgera azadiyê û di qada siyasî de cih girt. Piştre jî li Ewropayê hatim girtin û radestî Tirkiyeyê kirin. Ji ewil cezayê darvekirinê dan min lê piştre ew ceza veguherandin 26 salên girtîgehê. Li girtîgehê hînî xwendinê bûm. Rojnameya Azadiya Welat derketibû û li gorî derfetan, hevalan ez hînî kurdî kirim. Cezayê ku wan li min birîbû, min wek derfetek bi kar anî. Min xwe li zindanê nas kir. Xwenasîna min li nava çar dîwaran çêbû. Piştî 15 salên di girtîgehê de, di sala 2008’an de derketim.”
DIBISTANÊN KURDÎ HATIN GIRTIN
Bi domdarî Qazî anî ziman ku wan li 15 bajaran dibistanên kurdî vekirine û wiha pê de çû: “Li van dibistanan zarok tenê fêrî zimanê kurdî nedihatin kirin, her wiha dersên li dibistanên fermî jî dihatin dayîn. Zimanekê ku nekeve dibistan û bazaran, qels dibe û bi mirinê rû bi rû dimîne. Lê belê ev dibistan hatin girtin. Komeleya KURDÎ-DER’ê jî di sala 2017’an de bi destê qeyûman hatin girtin.”
HER MALEK DIBISTANEK, HER DAYIK MAMOSTEYEKE
Qazî destnîşan kir ku pirsgirêk, bi xebatê çareser dibin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Rexne û gazinc bi tena serê xwe bi têrî nakin. Divê di civînan de, di sihbetan de em bi zimanê xwe biaxivîn. Bi hevgirtina sazî û rêxistinên civaka sivîl mirov dikare bandorekî li pergalê bike da ku bi fermî bên qebûlkirin. Divê her rêxistin, kom û komele vê mijarê ji xwe re weke mijareke sereke bibînin. Her malek dibistanek, her dayikek mamosteyeke. Heke dayik bi zimanê xwe li gel zarokên xwe biaxivin, dê ev ziman nemire.”
HER QADEN JIYANE BIKIN QADA ZIMÊN
Nivîskar Qazî da zanîn ku di bingeha hemû pirsgirêkan de ziman heye û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Pirsgirêka me ne tenê ziman e. Pirsgirêka me ya azadiyê, tunehesibandina çand û nasnameya me heye. Lê di bingeha hemû pirsgirêkan de ziman heye. Ziman, dikare ji bo hemû qadên navborî têbikoşe. Heke ez têkoşîna xwe bi zimanê xwe nekim, bo min tu wateyeke wê têkoşînê namîne. Bi ziman, hem şoreş û hem jî her tiştek dibe. Bi munasbeta 21’ê Sibatê em her qada jiyanê veguherînin dibistanê û bikin qadên zimanê xwe.”