NAVENDA NÛÇEYAN - Strana Newrozê ku wê îsa bi şîara "Dem dema serkeftinê ye" bê pîrozkirin aşkera bû.
Starta Newroza îsal ku wê bi şîara "Dem dema serkeftinê ye" bê pîrozkirin, li Amedê bi pêşengiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (HDP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û bi tevlîbûna partiyên ku di nav Koma Xebata Tifaqa Kurdistanê de cih digirin bi deklerasynekê hat dayîn.
Di bernameya deklerasyonê de danasîna stran û qlîba Newroza 2022'yan hat kirin. Gotinên strana "Agirê Newrozê hilke" ji aliyê Mihemedê Pirosî ve hatine nivîsandin û wiha ne.
“Bihar ket Kurdistanê, hêlîna teyrê baz î
Li erdê şêr û piling, her dem bi gav û bez î
Li ser sînga Zagrosan, tu zinar lat û raz î
Li dor agirê Newrozê, tu stran tu awaz î
Hay hilke hilke hilke agirê newrozê hilke
De gurke gurke gurke agirê pîroz e gurke
Bihar ket xwezayê, tu baz î tu şahîn î
Li çar kenarê welat, nobedar parêzvan î
Tu şêrejina çeleng, cotê kezya dihejînî
Li dor agirê Newrozê, strana xwe dixwînî
Hay hilke hilke hilke agirê newrozê hilke
De gurke gurke gurke agirê pîroz e gurke”