STENBOL - Endamên Komîteya Duyemîn Mihrîcana Fîlmên Kurd a Stenbolê Adar Taş û Hebûn Polat, derbarê sînemaya kurdî û mihrîcana ku wê li dar bixin de axivî û banga xwedî derketin û tevlîbûna mihrîcanê kirin.
Duyemîn Mihrîcana Fîlmên Kurd a Stenbolê wê di navbera 24-29'ê adarê de ji aliyê Kolektîfa Sînemayê ya Mezopotamyayê bê lidarxistin. Di mihrîcanê de wê di qategoriya fîlmên metraja wan dirêj, begelfîlm û fîlmên kurt de 28 fîlm bên nîşandan. Endamên Komîteya Mihrîcanê Adar Taş û Hebûn Polat derbarê sînameya kurd û mihrîcana ku wê li dar bixin de axivîn û banga tevlîbûna mihrîcanê kirin.
Hebun Polat, da zanîn ku dîroka sînemaya kurdî heta 125 salan diçe û derbarê mijarê de wiha axivî: "Bingeha sînemaya kurdî bi fîlma ‘Zerê’ hatiye avêtin û bi pêşve çûye. Li bakurê Kurdistanê sînamagerên kurd xwe bi pêş xistine. Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇ) ji roja ku hatiye avakirin ve perverdeyên sînemayê dide û her sal atolyeyên sînemayê amade dike. Gelek sînamagerên demokrat bi rêya NÇM’ê hatine gihandin. Bi pêşengtiya derhenerên wek Kazim Oz û Huseyîn Karabey sînemaya kurdî bi pêş ve çû. Her wiha Sînemaya Dag jî bi pêşengtiya Sînemager Xelîl Dag jî sînemaya kurdî bi pêş xistiye. Bi saya van xebatan lidarxistinên mihrîcanên filmên kurdî dest pê kirin."
KEDA TEVGERA AZADIYÊ YA DI SÎNEMAYA KURDÎ DE
Di axaftina xwe de Polat, bal kişand ser rola Tevgera Azadiyê ya Kurd a di pêşxistina sînemaya kurdî de û ev tişt anî ziman: "Bi zindîbûna têkoşîna Tevgera Azadiyê ya Kurd re sînemaya kurdî jî zindî bû. Îro gelek sînemagerên kurd dikarin bi zimanê xwe yê zikmakî filman amade bikin. Bi saya têkoşîna Tevgera Azadiyê sînemagerên kurd heya vê astê hatin. Ji salên 1990’î ve fîlmên hatine kişandin tim bi kurdî hatine amadekirin. Feraseta Vê tevgerê rê dide sînemayê û ev rê jî Xelîl Dag daye dest pêkirin. Bi sînemaya Halîl Dag re tarza sînemaya berxwedanî pêk hat. Em dikarin herî dawî fîlmên, ‘Kobanê’, ‘ji bo azadiyê’ û ‘14 Tîrmehê’ weke mînak nîşan bidin."
FILM BI KURDÎ Û TIRKÎ NE
Di berdewamê de Polat, derbarê mihrîcana ku wê li dar bixin de jî ev agahî dan: "Dema temaşevan bên li berhemên me temaşe bikin, di serî de wê xwe bibînin. Ji ber ku bandorekî wisa di sînemaya kurdî de heye. Di nav 28 fîlmên me de ji sedî 80'yê wî dê nû derkevin pêşberî sînamehezan. Em mihrîcanan pir girîng dibînin. Sedemê mihrîcanan a sereke ew e ku ji bo temaşevanên kurd fîlmên kurdî bidin nîşandan. Kesên li Stenbolê dijîn dikarin werin fîlmên me temaşe bikin. Fîlmên me dê bi tirkî û kurdî bin. Ez difikirim ku ew ê serketî be û em li benda gelê xwe ne.”
PANDEMÎ MIHRÎCAN DA SEKINANDIN
Adar Taş jî diyar kir ku li Stenbolê nêzî 5 milyon kurd dijîn, lê heta niha mihrîcanên filmên kurdî nehatine lidarxistin. Taş, vê weke kêmasî pênase kir wiha got: "Heta niha li Stenbolê xebateke wiha nehatibû kirin. Di sala 2019’an de em bi vê fikrê li hev civîyan û biryara lidarxistina mihrîcana fîlmên kurdî da. Ji ber pandemiyê me nikaribû mihrîcanan bidomînin. Pîştî 3 salan em careke din bi berhemekî nû li pêşberî gelê xwe ne.”
MIJARÊN FILMA JIN, XWEZA, NIRXÊN MIROVAHIYÊ NE
Di berdewamê de Taş, derbarê plansaziya wan de axivî û ev tişt anîn ziman: "Em çarçoveya xwe li gorî sînemaya kurdî ava dikin. Em fîlmên bi destê derhenerên kurd hatina kişandin, mijar, çîrok, zimanê kurdî û kurdbûyînê esas digirin. Li Stenbolê piranî fîlmên kurdî tên sansûrkirin. Fîlmên tên nîşandan em li gorî pîvanê xwe didin temaşekirin. Pîvanên mijarên fîlmên me jî, jin, xweza, nirxên mirovahiye ne. Em ê bi fîlmê Kurdên Êzidî ku di sala 1933’yan de senaryoya wî ji aliyê Amasi Martirosyan ve hatiye nivîsandin û li Sovyet û Ermenistanê hatiye kişandin vekirina mihrîcana xwe bikin."
BANGA XWEDÎ DERKETINA LI MÎHRÎCANÊ
Taş, da zanîn ku wê mihrîcana wan 4 rojan berdewam bike û 28 fîlmên bên nîşandan û ev agahî dan: "Di bin banê mihrîcanê de wê forûmek bê lidarxistin. Wê forûm li ser pirsgirêkên sînemagerên kurd be. Hevceye ku gelê me li vê mihrîcanê xwedî derkeve. Em dixwazinb di navbera 24 û 29'ê adarê de kelecana xwe bi gelê xwe re parve bikin. Daxwaza me ew e ku em bi gelê xwe re filmên xweş bidin temaşekirin."
MA / Mazlûm Engîndenîz - Mehmet Aslan