ÊLIH – Yek ji helbestkarê herî biçûk ê kurd Ferhat Erîpek ê 19 salî ye. Ji 15 saliya xwe ve helbestan dinivîsîne. Bi karkeriya înşatê debara xwe dike. Erîpek ê ku pirtûka yekem çap kir, niha jî amadekariya çapkirina pirtûka duyem dike. Erîpek got ku ji ber zextên li ser zimanê kurdî du salên dawî ye helbestên xwe bi kurdî dinivîsîne.
Yek ji helbestkarê herî biçûk ê kurd Ferhat Erîpek ê 19 salî ye. Li Êlihê dijî û ji 15 saliya xwe ve helbestan dinivîsîne. Ewil pirtûka xwe ya bi navê “Mavî Surgun (Sirgûniya hêşîn)” çap kir û niha jî amadekariya pirtûka duyem dike. Pirtûka xwe ya “Mavî Surgun” bi derfetên xwe derxist. Erîpek ewil bi tirkî helbestan nivîsand û ev du salên dawî ne jî bi kurdî dinivîsîne. Li aliyekî ji bo debara malbata xwe ya ferdê wê hene bike di karên înşatê de hostetiya fayansa dike û li aliyê din jî helbestan dinivîsîne. Dem ali înşatan dixebite lênûskê jî ji xwe venaqetîne û bi piraniya helbestên xwe bi şev dinivîsîne.
'ZEXTÊN LI SER KURDÎ KIR KU EZ BI KURDÎ BINIVÎSÎNIM’
Erîpek diyar kir ku pirtûka xwe ya ewil heta di kanûna 2017’an de çap kir heya kesî jê nîn bû ku helbestan dinivîsîne û wiha got: “Ez ji 15 saliya xwe ve helbestan dinivîsînim. Çawa min dest pê kir nayê bîra min, lê helbest nivîsandin ji bo min hezkirin û tarza jiyanê ye. Min helbestên xwe ewil bi tirkî nivîsand. Ne girîng e ez bi kîjan zimanî binivîsînim, lê her ku min ferq kir zimanê kurdî di bin zextan de ye, min bêtir girîngî da nivîsandin helbestên kurdî. Ez çûm qursê û nivîsandinê hîn bûm. Ev têrê nekir, min bi derfetên xwe xebatan domand û ev du salên dawî ye jî ez bi kurdî dinivîsinim.”
BI ŞEV Û ROJ DIXEBITE
Erîpek anî ziman ku dema bavê wî di nav xebatên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) de siyasetê birêve dibir hat girtin hemû kar û barê ketin ser milê wî û wiha domand: “Bavê min bi awayekî bê sedem hat girtin. Debara malê jî li ser milê min û birayê min ma. Ez di karê înşatê de dixebitim. Ez bi roj hostetiya fayansa dikim û bi şev jî notirvan dimînim. Em diwestin lê neçarin bixebitin. Li aliyekî jî ez dibistanê dixwînim. Min lîse qedand, ez xwe ji bo zanîngehê amade dikim. Pîşeya rojnamegeriyê xeyala min a herî mezin e.”
Erîpek da zanîn ku dema bi roj carna kar tune ye dema xwe bi helbest nivîsandinê re derbas dike û wiha lê zêde kir: “Piştî ewqas westandin û neheqiyê, nivîsandina helbestan ji bo min hêviya herî mezin e. Her tim pênûs û lênûsa min li gel min e. Hin helbestkar dibêjin helbest îlham e. Lê li gorî min ji sedî nod û neh peyv e û ji sedî yek jî îlham e. Divê mirov peyvan bicoşîne û rake reqsê. Dema ez li ser kar im ji bilî ked û nan tiştekî din nafikirim. Bi vî awayî ev yek jî şewqa xwe dide helbestên min. Dema ez xercê li hev dixim, fayansa dibim û tînim û bêr di destê min de ye, tiştên tên bîra min êvarê derbasî lênûsa xwe dikim. Ez dibetilim, lê bi hêvî me. Tişta ku mirov li ser linga jî dihêle ne hêvî ye?”
'DIXWAZIN ME BÊDENG Û BÊZIMAN BIHÊLIN’
Erîpek bal kişand zextên li ser ziman û çanda kurdî û gotinên xwe wiha bi dawî kir: “Em her roj li înşatan dimirin. Rojnameyên dengê me radigihînin jî tên girtin. Bi taybetî îro tekane rojnameyek me ya kurdî heye, lê ji ber çapxane nîne nikare weşana xwe bike. Were û li vê sosretê binêre. Li aliyekî ewqas kedxwarî heye û li ser vê yekê jî radibin li înşatan axaftina me ya kurdî qedexe dikin û jê aciz dibin. Bila neyê jibîrkirin, heke ku zimanê mirovekê bê qedexekirin, ew mirov bêzar û ziman e. Nikare xwe bîne ziman û pêdiviyê bîne cih. Ji vê saetê şûn ve êdî ez ê bi kurdî binivîsinim û sedemê vê yekê jî zextên li ser me ne. Ez ê bi nivîsandina helbestên kurdî destekê bidim çand û hunera kurdî. Ez jî dixwazim alîkariyê bidim refên wêjeya kurdî.”
MA / Metîn Yoksu