WAN – Girtiyê nexweş Abdûrrahman Gemîcîoglû yê 21 roj in li nexweşxaneyê tê dermankirin, cezayê wî 6 mehan hat taloqkirin û hat berdan.
Abdûrrahman Gemîcîoglû yê 67 salî ku piştî cezayê wî ji aliyê Dadgeha Bilind ve at erêkirin di 3'yê Cotmehê de li Colemêrgê hat girtin û ew birin Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê, cezayê wî 6 mehan hat taloqkirin û hat berdan.
Gemîcîoglû yê ku nexweşîna pençeşêrê pê re heye û 21 roj in li Nexweşxaneya Lêkolînê ya Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Yuzuncu Yil a Wanê tê dermankirin, Serdozgeriya Komarê ya Wanê rapora wî ya Saziya Tiba Edlî (ATK) esas girt û cezayê û 6 mehan taloq kir.
Beriya cezayê hatiye taloqkirin biqede bi 15 rojan wê cardin rapor berpêşî ATK'ê bê kirin û wê li gor raporê taloqkirina cezayê wî bê gengeşekirin.
Hat hînkirin ku malbata GEmîcîoglû çûye nexweşxaneyê.