WAN – ŞanoWan bi lîstika “Hay Lo Dîsa Tevlîhev Bû” di 22’yê gulanê de derdikeve turneye.
ŞanoWan ku xebatên xwe yên şanoyê li Wanê didomîne, bi lîstika “Hay Lo Dîsa Tevlîhev Bû” derdikeve tûrneyê. Lîstika ku 10 lîstivkan têde cih digirin di 22-24’ê gulanê de li Stenbolê û di 25’ê gulanê de jî li Kocaeliyê derdikeve ser dikê.
Dikên ku wê lîstik lê derkeve pêşberî şanohezan wiha ne:
* 22’yê gulanê roja duşemê saet di 20.30’an de Navenda Çandê ya Avcilar - Stenbol
* 23’yê gulanê roja sêşemê saet di 20.30’an de Navenda Çandê ya Cemîl Candaş a Şîşlî - Stenbol
* 24’ê gulanê roja çarşemê saet di 20.30’an de Navenda Çandê ya Mustafa Saffet a Ataşehîrê - Stenbol
* 25’ê gulanê roja pêncşemê saet di 20.30’an de Şanoya Alternatîf – Kocaelî