STENBOL - Cenazeyê Şirîn Elmas Hanîlçî ya 6 salî ku li navçeya Şîşliye winda bûbû hate dîtin.
Cenazeyê Şirîn Elmas Hanîlçî ya 6 salî ku ji 31’ê cotmehê ve li navçeya Şîşlî ya Stenbolê winda bûbû li Goristana Ferîkoy a Şîşliyê hate dîtin. Cenazeyê Hanîlçiyê ji bo otopsiyê birin morga Saziya Tiba Edlî (ATK) ya li Yenîbosnayê.
CÎNAYET ÎTÎRAF KIR
Faîlê bi qetilkirina Hanîlçî re têkildar hate binçavkirin. Faîl di îfadeya xwe de anî ziman ku piştî Hanelçî qetil kir, ew avêtiye çaleke li nav goristanê.