Wêne-Pirtûka ‘Êzidxanê’ derket: Jiyana olî û civakî radixe ber çavan

img
AMED - Wêne-Pirtûka ‘Êzidxanê’ ya wenekêşê bergeyê Husamettîn Bahçe ji weşanên J&J’yê derket. Bahçe, destnîşan kir ku ew bi daxwaza pêşdarazên li dijî baweriya êzidiyan kêm bike û jiyana êzidiyan ya olî û civakî bi wêneyan raxe li ber çavan. 
 
Êzidî bi qasî ku em pê dizanin ji 73 fermanên qirkirinê re derbas bûne û baweriya xwe heya roja me ya îro parastine. Tevî gelek caran ji qetlîaman re derbas bûne jî, ji bo ku baweriya xwe biparêzin berdelên giran dane, rastî polîtîkayên bişaftin, cihêkariyê hatine, sirgûn bûne, hatine tecawizkirin, kuştin, weke koleyan hatin firotin. Ev pêvajo di nava geşedanên dîroka mirovahiyê de weke rûpelên reş tên hesibandin. Êzidiyên li Anatoliya Navîn û Başûrê Kurdistanê ji ber van fermanên qirkirinê koçî Şengalê, yên li Serhedê jî koçî Gurcistan û Ermenîstanê kirine. Ji ber vê yekê ye ku pirtûka baweriya êzidiyan a “Mishefa Reş” bi gotina “Bextê Reş” re tê bikaranîn. Herî dawî DAIŞ’ê li pêşberî çavê hemû cîhanê li gorî hin çavkaniyan 5 hezar êzidî qetil kirin, tevî jin û zarok 6 hezar êzidî revandin û 400 hezar êzidî jî ji neçariyê koçber bûn. Ev yek jî weke fermana 74’an di rûpelên dîrokê de cihê xwe girt. 
 
 
Wênekêşê Bergeyan Husamettîn Bahçe bi daxwaza pêşdarêzên baweriya êzidiyan ji holê rake ji sala 2005’an heya 2016’yan li Êzidxanê (cihê ku êzidî lê dijîn) geriya, ji nêz ve şahidiya jiyana civakî û olî kir. Bahçe di nava 11 salan de bi makîneya fîlm a wêneyan nêzî 10 hezar wêne kişandin û derbarê jiyan û baweriya êzidiyan de agahî kom kirin, lêkolîn kirin. Di navbera vê xebatê de êrişa DAIŞ’ê ya wekî fermana 74’an tê penasekirin hat jiyîn. Bahçe bi wêneyên beriya êrişê û piştî êrişê kişandine, rastiya civaka êzidiyan û bandora van fermanan bi wêne û çîrokên wêneyan radixe ber çavan. 
 
XEBATA BÎRÊ
 
 
Bahçe di nava 11 salan de nêzî 10 hezar wêneyên bi makîneya fîlm ji Şengal, Zaxo, Laleş, Xeterê, Şêxan, Serhêçka Tilxiş, Koçer, Zomanî, Şêx Mend, Tilizer, Verdê, Kolika, Xankê, Şarîya, Kebertû, Bozo, Başîk, Bahzan, Qampa Bajed Kendal, Qampa Xankê, Qampa Çemişko, Qampa Şarîya kişandine. Bahçe, piştî kişandinan wêneyan yek bi yek hildibijêre, di odeya tarî de wan dişo. Ji vana 65 wêneyan ji bo pirtûkê hilbijarê. Wêneyên hatine hilbijartin li Amed, Stenbol, Şengal û gelek herêman di pêşengehan de hatin nişandan. Bahçe, di xebata xwe de tevî jiyana olî derbarê jiyana civakî de jî gelek agahî kom kirin û bi wêneyan jî belge kir. 
 
BI SÊ ZIMANAN KÊMKIRINA PÊŞDARAZAN
 
 
Wêne-Pirtûka “Êzidxanê” derbarê baweriya êzdayetiyê û jiyana civakî ya êzidiyan de agahiyên bi zimanê kurdî, tirkî û elmanî cih digirin. Di serî de bi navê “Destpêk” û “Nameya ji bo xwendevan” du nivîsên Bahçe ên derbarê baweriya êzidiyan cih digire. Bi navê “Dîwana wêneyan û depeke modern” nivîsa civaknas û avakarê Weqfa Çanda Êzdayetî” Azad Bariş cih digire. Herî dawî bi nivîsa xwe ya bi navê “Êzidxan” Endama Hîndekariyê ya Zanîngeha Freie ya Berlînê, Khanna Omarkhali bale dikişîne ser serboriya êzidiyan. Bêgûman tu pirtûk nikarin ji hemû pirs û gumanan re bibin bersiv lê xuyaye ku ev berhem dê derbarê pêşdarazên li dijî baweriya êzdayetiyê, heya astekê ji holê rake. Bahçe bi vê xebata xwe derbarê êzidî û êzidîtiyê bîrek daye avakirin. 
 
HÊVIYA VEGERÊ
 
 
Di Wêne-Pirtûkê de derbarê bawerî û bawermendên êzdayetiyê de agahiyên girîng jî hene. Her wiha êzidî dema ku duayan dikin ewilî ji bo 72 neteweyên cîhanê, piştre ji bo xwe alîkariyê dixwazin. Lê mixabin civaka êzidî ji ber qeyran û şerên li ser axa wan tên meşandin, ji gund û warên xwe bêpar mane û belavî welatên cuda yên cîhanê bûne. Ji ber baweriya dê rojekê helbet vegerin li ser warê xwe êzidî hêj jî miriyên xwe li gundên xwe yên hatine valakirin vedişêrin. Wekî gotina êzidiyan ‘bi hêviya xwedê’. 
 
BERHEMA KOLEKTÎF
 
 
Wêne-pirtûka hatiye çapkirin di encama xebateke kolektîf hatiye amadekirin. Ji amadekirina çapê ya pirtûkê bigire heya hilbijartina wêneyan, ji mazûvaniya şêniyên herêmê heya fînansekirina çapkirina pirtûkê herî kêm keda 50 kesan, Anadolû Kultur, Navenda Hûnerê ya Amedê, Kollektîfa NarPhotos û di dema destê HDP’ê de Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê piştgirî da xebatê û berhem bi piştgiriya Ercan Elma, Hikmet Tolan û Îsmaîl Geyîk hatiye çapkirin.   
 
DANASÎN Û GOTUBÊJ
 
 
Gotubêja derbarê wêne-pirtûka “Êzidxanê” dê di 27’ê çileyê saet 17.00’an li eywana pêşengeha Komeleya Hunera Wêneyî ya Amedê (DÎFAK) ya li navçeya Bajarê Nû ya Amedê were lidarxistin. Wênekêş Bahçe derbarê amadehî, kişandin û çapkirina berhema xwe û ser mijara baweriya êzdayetiyê de dê çavdêrî û serboriyên xwe parve bike.
 
HUSAMETTÎN BAHÇE KÎ YE?
 
 
Husamettîn Bahçe di sala 1974’an de li Amedê hate dinê û di sala 1998’an de dest bi wênekêşiyê kir. Bahçe bêhtir di hêla wênekêşiya dokumenteriyê de, ser mijarên binpêkirina mafên mirovan, hişyariya jîngehê, nasname û kêmneteweyan xebatên xwe didomîne. Heya niha xebatên dokumenteriyê yên, Koçer (2003), Êzdî (2006), Asûriyên Tûrabdîn (2008), Dayikên Aştiyê (2010),Êzidxan (2016), Çîroka Du Çeman (2015-18), Hewreman (2018-22) amade kir. Wêneyên kişandine li gelek navendan di pêşengehan de hatin nîşandan, di kovarên wek Magma û Panaroma û Zaker de hatin weşandin. Xebatên wî bi navê Mazxana (Derbarê jiyana rojane ya taxên Amedê) di sala 2011’an de, Hewreman (Derbarê jiyana rojane ya kurdên goran ên li Herêma Hewremanê dijîn) di sala 2022’yan de wek wêne-pirtûk hatin çapkirin.
 
MA / Racî Abî