ENQERE - Parlamentera DEM Partiyê Newroz Ûysal Aslan a bal kişand ku li girtîgehan di nava 5 salan de 2 hezar û 258 kesan jiyana xwe ji dest dan, mirin bi awayekî biguman pêk hatine û xwest Komîsyona Lêkolînê were avakirin.
Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Şirnexê Newroz Ûysal Aslan ji bo lêkolîna binpêkirinên li girtîgehên Tîpên Y û S’yan pêşniyazpirsa lêkolînê pêşkeşî Serokatiya Meclisê kir.
Ûysal, di pêşniyazpirsa ku bi daxwaza avakirina Komîsyona Lêkolînê daye de xwest ku ji bo ev binpêkirin bên lêkolînkirin û ji holê bên rakirin divê qanûna înfazê were guhertin.
‘QADÊN TAYBET ÊN GIRTIYAN TÊN ŞOPANDIN’
Ûysal, di pêşniyaz pirse de da zanîn ku di nava sê salan de 7 tîpên S, 14 tîpên Y hatine vekirin, girtiyên cezayê wan ê girtîgehê yê demkî hene û girtî tên darizandin jî xistine van girtîgehan û ev yek li dijî qanûnê ye. Ûysal, destnîşan kir ku van girtîgehan şertên tecrîdê zêdetir kirine û ev tişt gotin: “Hucreyên ku girtî herî kêm 22 saet û nîvan tê de dimînin bi têlên ku nahêlin tav bikeve hundir hatine girtin. Bi vî awayî hatiye astengkirin ku girtî bêhnê bistînin û ji tavê sûdê bigirin. Ji bilî vê bi taybetî li hucreyên Tîpên S’yê bi kamerayan cihên taybet ên girtiyan tên şopandin.”
DAXWAZA KOMÎSYONÊ
Ûysal, di heman demê de ji bo mirinên biguman ên li girtîgehan bên lêkolînkirin pêşniyazpirsa lêkolînê pêşkeşî Serokatiya Meclisê kir. Di pêşniyazpirsa bi daxwaza avakirina Komîsyona Lêkolînê hate dayîn de bal hate kişandin ser îşkence û mûameleya nebaş û binpêkirinên din ên li girtîgehan. Di pêşniyaz pirsê de hate diyarkirin ku van sedeman mirin zêde kirine.
DI NAVA 5 SALAN DE 2 HEZAR Û 258 GIRTIYAN JIYANA XWE JI DEST DA
Ûysal, di pêşniyazpirsê de her wiha işaret bi daneyên Wezareta Dadê hate kirin ku di navbera salên 2018-2023’yan de herî kêm 2 hezar û 258 girtiyên edlî û girtiyên siyasî li girtîgehan jiyana xwe ji dest dane. Di pêşniyarpirsê de hat destnîşankirin ku piraniya van mirinan weke xwekuştinê hatine qeydkirin, lê belê gelek ji wan mirinên bi guman in û daxwaza lêkolînê hat kirin.