Dr. Nevruz Ugur: Ji sedî 70’ê zarokên dev ji dibistanê ber didin zimanê wan ê dayikê cuda ye

img
MÊRSÎN  - Dr. Nevruz Ugur got ku zarokên bi zimanê xwe yê dayikê perwerdeyê nabînin li dibistanan dikevin rewşeke dezavantajî û wiha got: “Ji sedî 70’ê xwendekarên dev ji dibistanê ber didin, bi zimanekê wan ê dayikê cuda ye.” 
 
Şaxa Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm Sen) ya Mêrsînê bi boneya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê bi sernavê “Duh û îroya wêjeya kurd û pirsgirêka perwerdeya bi zimanê dayikê” panelek li dar xist. Panel li avahiya Şaxa Egîtîm Senê hat lidarxistin û gelek kes tev li bûn. Di panelê de pankarta “21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê pîroz be” hate daliqandin. 
 
Di panelê de ji ewil perwerdekar Dr. Nevruz Ugur axivî û nêzikatiya hêzên dagirker û emperyal a di dîrokê de li dijî herêmên dagir kirine vegot. Ugur, ev tişt anî ziman: “Dema we bi zimanê dayikê perwerde nedît, hûn rastî cihêkarî û newekheviyê tên. Ji sedî 70’ê zarokên dev ji dibistanan ber didin, zimanê wan û perwerdeya wan cuda ye. Dema nikarin xwe bigihînin perwerdeyê jî, nikarin jiyaneke baştir ava bikin. Dema bi zimanê xwe perwerdeyê dibîne jî ku derê bixwaze li wir dibe. Li Tirkiyeyê nêzî 30 zimanên cuda hene. Lê polîtîkaya Tirkiyeyê li ser bingeha yekzimaniyê ye. Di nava nifşan de kurdî gelek qels bû.” 
 
‘HEBLBESTVANÊ KURDAN HEYE’ 
 
Perwerdekar û nivîskar Reşat Ozkaplan jî bal kişand ser bandora wêjeya dîwanê ya kurdî û wiha got: “Kurd jî xwedî zêdetirî sed helbestvanan in. Lê mixabin di serdema komarê de pirtûk û berhemên kurdî hatin şewitandin. Navberê hate pirsîn bê ka Fuzulî kurd e yan na. Sedema wê jî ev bû; li pirtûkxaneyeke Amedê li ser pirtûkeke kurdî weke nivîskar navê Fuzulî derbas bûye. Piştre hate fêmkirin ku midûrê pirtûkxaneyê ji bo pirtûka kurdî neyê şewitandin, navê ‘Fuzulî’ li ser nivîsandiye.” 
 
'DI 15 SALAN DE 3 HEZAR Û 295 PIRTÛK HATIN ÇAPKIRIN’
 
Perwerdekar-nivîskar Huseyîn Denîz jî bi pirsa “Gelo dîroka wêjeya kurdî heye?” dest bi axaftina xwe kir û ev tişt anî ziman: “Wêjeya kurdî her tim derb xwar û li sirgûnê jiya. Bi pêşketina teknolojiyê re kurdan bi coçanaxan dest bi weşanê kilrin. Piştre jî pirtûkên bi kurdî yên li derveyî welat hatin. Di sala 2002’yan di pêvajoya Yekitiya ewropayê de welêt hinek rehetî çêbû lê dîsa jî negihişt armanca xwe. Di sala 2013’an de piştî reformê qursên kurdî hatin vekirin lê ji ber sedemên biçûk hatin girtin. Lê kurd vala nasekinin. Navenda Çandê ya Mezopotamyayê hate avakirin û girîng bû ku kurdên li bajarên derveyî Kurdistanê re hatin gel hev. Li gorî îstatîstîkên Diyarnameyê, di nava 15 salên dawî de 3 hezar û 295 pirtûkên bi kurdî hatine çapkirin.”