NAVENDA NÛÇEYAN - DEM Partiyê strana xwe ya nû ya ji bo hilbijartinên rêveberiyên herêmî ya da nasandin.
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di bernameya têkildarî danezana hilbijartinê ya li Enqereyê de straneke nû ya hilbijartinê da nasandin. Gotinên strana “Serfiraz bo DEM Partî” ku bi zaraveyên kurdî yên kurmancî û kirmanckî hatiye amadekirin ji Omer Barasi û Erol Şaybak ve hatiye nivîsandin. Muzîk û aranjeya stranê Deng û Beng Studioyê kiriye û Hozan Comerd distrê. Gotinên stranê wiha ne:
Kurmancî
Rizgariya bajaran e
Va em hatin DEM bihar e
Mohra jin û ciwanan e
Pêkanîna xeyalan e
DEM hilat û hat meydanê
Geş kir agirê berxwedanê
Bi deng û rengê xwezayê
Xweş kir govenda jiyanê
Kirmanckî
Vila binê horîsan o
Kila çimê xezalan o
Hêvîya deşt û koyan o
Wurzê xo ser Dem wisar o
Cinî, camêrd û xortî
Zerrî polad û pêtî
Şarî benî serdestî
Serfiraz bo DEM Partî